Dengbêj Xelîl Bakozî çû ser dilovaniya xwe

Dengbêj Xelîl Bakozî çû ser dilovaniya xwe

Dengbêj Xelîl Bakozî şevê din ji ber sedema nexweşyê jiyana xwe ji dest da û çû ser dilovaniya xwe.

Li gor agahîyên ji xizmên Dengbêj Xelîl Bakozî hatine girtin şeva din di demjimêr 01:30 dan Dengbêj Xelîl Bakozî ji ber sedema nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, lê belê nehate zanîn ka çi nexweşî lê bû. Hate hînbûn ku, ev demek dirêj bû Dengbêj Bakozî li hemberî nexweşiyê şer dikir.

Hate zanîn ku, dê cenazeyê Dengbêj Xelîl Bakozî li goristana Şaxkê ya Dihokê bê veşartin. Dengbêj Xelîl Bakozî xwediyê gelek berhemane û gelek stranên koçikan gotine.