Daristanên cîhanê ji bo hilberînên çandinî tên tunekirin
Daristanên cîhanê ji bo hilberînên çandinî tên tunekirin
Daristanên cîhanê ji bo hilberînên çandinî tên tunekirin
Wêrankirina daristanên cîhanê didome. Di 15 salên dawî de bi deh mîlyonan hektar daristan hatin tunekirin û ji bo xebatên çandinî bên avakirin daristan tên wêrankirin.
Li gorî lêkolîna ku rêxistina derdorê Forest Trends hatiye kirin de diyar kir ku sedema birîna daristanên herêma tropîk, ev e ku cihên nû yên bo çandiniyê bên avakirinê ye. Li gorî vê li van herêman ji sedî 70 bi armanca çandiniyê hatiye birîn. Ji sedî 50’yê daristanan li dijî qanûnan tê birîn.
Li gorî lêkolînê beşeke mezin a van daristanan ji bo runê palm, soya, kozmetîk, xurek û sewalkariyê tê bikaranîn. Li Brezîlyayê jî bi taybet ji bo dewar bên çêrandin daristan tên birîn.
HEWCEDARIYA HILBERÎNÊN ÇANDINÎ ZÊDE DIBE
Li gorî Serokê Forest Trends Mîchael Jenkîns diyar kir ku ji ber zêdebûna nifûsa cîhanê hewcedariya hilberînên çandinî zêde dibe û ev jî tê wateya zêdetir birîndara daristanan û ji bo daristanên tropîk ev kerasateke.
Di lêkolînê de nuqteyeke din a balê dikişîne ev e ku qanûnên der barê parastina daristanan de nakevin meriyetê. Bi taybet jî Brezîlya pêk nayne. Li gorî qanûnên welat ji sedî 80’tê eraziyên li Amazonan divê dar lê bên çandin. Lê gelek xwediyê eraziyan vê piştguh dikin.
LI BREZÎLYA Û ENDONEZYAYÊ 45 MÎLYON HEKTAR TUNE BÛ
Li Endonezyayê memur bi bertîlê destûrê didin birîna daran. Li Brezîlya û Endonezyayê çeteyê ku birîna îlegal a daristanan dike zêde ye û li gorî lêkolînê li Brezîlyayê di navbera 2000 û 2012’an de 30 mîlyon hektar daristan hatiye tunekirin.
Li Endonezyayê jî ji sedî 80 bi awayekî îlegal hatin wêrankirin û ji 2000’î heta niha qanên hatine birîn 15 mîlyon hektar e.