Daristan êdî di bin parastina NY de ne

Daristan êdî di bin parastina NY de ne

Di civîna bilind a bahewayê ya beriya civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, der heqê pêşîgirtina li germbûna global û guhertina bahewayê de gelek soz hatin dayîn. Di civînê de hat zelalkirin ku peymana li ser kêmkirina gaza sera ya rê li ber germbûna global vedike ji sala 2015'an re bê hiştin. Her wiha li hev hat kirin ku dawî li tinebûna daristanan bê anîn.

Di civîna bilind de ji hewldanên ji bo pêşîgirtina li germbûna global, îsal encamek derneket. Hêvî ma ji Peymana Parîsê re ku wê di sala 2015'an de bê morkirin û bikeve şûna Protokola Kyoto.

PARASTINA DARISTANAN YEK JI ARMANCÊN SEREKE YE

Yek ji destketiyên herî girîng ê Civîna Bilind a Bahewayê, 'Belavoka Darisstanan' a ji bo parastina daristanan bû. Di belavoka ku Fransa, Koreya Başûr, Kolombiya û Norwêcê jê re pêşengî kir û 24 welatan mora xwe avêtin binî de, tê xwestin ku birîna daristanên li gelemperiya cîhanê heta sala 2020'an bi qasî nîvî bê kêmkirin û di sala 2030 de jî bi temamî were rawestandin. Her wiha tê plankirin ku di nava heman demê de li qada ji 300 mîlyon hekarî dar bên çandin. Ev qada tê xwestin dar lê bê çandin, ji axa Hîndîstanê mezintir e.