DAIŞ'ê tûrîstê Fransî dîl girt

DAIŞ'ê tûrîstê Fransî dîl girt

Tûrîstekî Fransî yê roja Yekşemê li Cezayîrê hat revandin, tê gotin ku ji aliyê komeke ji El Qaîdeyê veqetiyaye û bi ya çeteyên DAIŞ'ê dike ve dîl hatiye girtin. Di berdêla jiyana Herve Gourdel ê ji aliyê koma bi navê Cund el Hilafa (Leşkerên Xîlafetê) ve hatiye revandin, tê xwestin ku Fransa êrîşên hewayî yên li hemberî DAIŞ'ê rawestîne.

Bûyera revandinê ji aliyê koma bi navê Leşkerên Xîlafetê ve bi vîdeoya bi sernavê "Nameya leşkerên xîlafeta Cezayîr ya ji kûçikên Fransaya Hollande re" hat ragihandin. Ev koma bi lîderiya Abdulmelîk Gurî yê hefteya derbasbûyî ji El Qaîdeyê veqetiya û bîat ji DAIŞ'ê re kir, di peyama xwe de xwest Fransa dawî li êrîşên xwe yên hewayî yên li hemberî DAIŞ'ê bîne.

Di vîdeoyê de hat ragihandin ku eger êrîş neyên sekinandin wê Herve Gourdel ê 59 salî bê kuştin. Di vîdeo de wêneyên lîderê DAIŞ'ê Ebûbekîr El Bagdadî û peyamên bi naveroka "Têkoşîna li dij3ı Seferên Xaçî yên Nû yên DYA û Fransayê" hatin parvekirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Fabius da xuyakirin ku dîmen rast in û got, "Rewş gelekî krîtîk e, lê belê em ê teslîmî gefên komeke terorîst nebin. Dîlgirtina Fransiyan wê nebe asteng li pêşiya tevlîbûna Fransayê li nav koalîsyona li dijî 'Dewleta Îslamê'."

Di daxuyaniya ji aliyê ofîsa Serokkomar François Hollande hat kirin de hat ragihandin ku ji bo rizgarkirina tûrîstê dîlgirtî, bi rayedarên Cezayîrî re di nava hevkariyeke xurt de xebat tê meşandin.

Balafirên hêzên hewayî yên Fransayê, di çarçoveya koalîsyona navneteweyî ya li hemberî DAIŞ'ê de yekemcar hefteya derbasbûyî li hedefên DAIŞ'ê xistibûn.

DAIŞ'ê gef xwaribû ku eger operasyon dewam bikin, ew ê êrîşên li hemberî Fransa û welatên din lidar bixe. Balkêş e ku bûyera dîlgirtinê di heman roja gefxwarinên DAIŞ'ê de rû da.