Ciwanên Kurd ji bo Kobanê li Den Haag rê girtin

Ciwanên Kurd ji bo Kobanê li Den Haag rê girtin

Li bajarê Den Haag ê Hollanda komeke ciwanên Kurd li Schîlderswîjk a gelek alîgirên DAIŞ lê dijîn rê li trafîkê girtin û êrîşên li hember Kobanê şermezar kirin.

Nêzî 80 ciwanên Kurd ên danê êvarî li navenda Den haag hatin gel hev li Schîlderswîjk rêyek li trafîkê girtin û çalakiyek li dar xistin.

Ciwanên dirûşmayên,  "Bijî Berxwedana YPG", "Bijî Serok Apo", "Bijî YPG-YPJ" gotin, rastî piştgiriya Kurd û demokratên li derdorê jî hatin.

Di çalakiyê de ji ber pevçûna di navbera faşîstekî û ciwanên Kurd de rû da, polîsên Hollandî du ciwanên Kurd binçav kirin.

Çalakî paşê bi dirûşmayan bi dawî bû.