Cenî aktîvîteya ‘Li Kurdistanê pêvajoya aştiyê’ li dar dixe
Cenî aktîvîteya ‘Li Kurdistanê pêvajoya aştiyê’ li dar dixe
Cenî aktîvîteya ‘Li Kurdistanê pêvajoya aştiyê’ li dar dixe
Buroya aştiyê ya jin a Kurd-Cenî, li bajarê Dusseldorf ê Elmanya bi navê "Li Kurdistanê pêvajoya aştiyê û konfederalîzma demokratîk’ aktîvîteyekê organîze dike. Di aktîvîteya ku 4’ê Tîrmehê tê lidarxistin de ligel forma nîqaşê bi navê "Ji bo azadî tenê wek daxwazekê nemîne" wê pêşangehek were vekirin.
Di forma nîqaşê de wê pêvajoya çareserî û aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin were destgirtin û wê ji pirsen; "Tevgera jin a Kurd, di pêvajoya konfederalîzma demokratîk û aştiyê de roleke çawa dilîze?”, "Wê bandora berxwedana Dêrsimê çawa be?”, "Nêzîkatiya tevgera Kurd a avakirina civaka alternatif çawa tê destgirtin?” re li bersivan bigerin.
Aktîvîte 4’ê Tîrmehê roja Pêncşemê saet 19.00'an li salona "Zentrum fur Aktion, Kultur und Kommunikation-Zakk" (Navenda Ragihandin, Çand û Çalakiyê) Fichtenstrs. 40, 40233 Dusseldorf wê pêk were.
Di aktîvîteyê de pêşangeha bi navê "Ji bo azadî tenê wek daxwazekê nemîne” heya 10’ê Tîrmehê wê vekirî bimîne.
Sazî û dezgehên "SeeRed-Interventionistische Linke Dusseldorf", "Gruppe Hilarius", "Linksjugend NRW", "Netzwerk gegen rechts Duisburg und Initiativ e.V.", "Karawane fur die Rechte der Fluchtlinge und Migrantinnen Wuppertal" jî piştgiriyê didin aktîvîteyê.