Canê Hez dike: Çîroka keçek Kurd a ji Qendîlê

Canê Hez dike: Çîroka keçek Kurd a ji Qendîlê

Ji pênûsa mamoste û nivîskar Hesen Huseyîn Denîz pirtûkeke nû ya çîrokeke nûjen a kurdî ya bi navê `Canê Hez Dike` derket.

Canê Hez Dike jiyana keçeke gundî ya li gundekî qûntara çiyayê Qendîl dijî, hezkirinên wê, jiyana wê, hevaltiya wê, têkiliyên gundiyan di nava xwe de û bi gerîlan re bi awayekî hêsan û rengînî vedibêje. Canê keçeke ciwan a 11 salî ye. parçeyek ji jiyana Canê û hêvî û êşên Canê yên girêdayî têkoşîna azadiyê û zordariya dagirkeriyê hûn dikarin di vê pirtûka çîroka nûjen de bixwînin.

Pirtûka bi navê Canê Hez Dike li gorî zarokan hatiye amadekirin. Pirtûk li ser pelên kaxeza kûşe ya A4 bi awayê di her rûpelê de wêneyek û bendek nivîs hatiye amadekirin û rengîn e. wêneyên di pirtûkê de orîjînal ji jiyanê hatine kişandin. Çîrok bi gelemperî parçeyek ji jiyana zarokên kurd ên 9-13 salî bi têkoşînê re distirê û radixîne ber çavên xwendekaran. ji bo vê ne tenê zarok, yên ciwan û gihiştî jî bi baldariyeke mezin û tamjêgirtineke xweş divê vê çîrokê bixwînin.

Nivîskar Hesen Huseyîn Denîz diyar kir ku ev pirtûka di sala 2003an de li ser xaka Qendîla Başûrê Kurdistanê hatibû nivîsandin, ji bêderfetiyên madî heta niha nehat çapkirin. Herî dawî bi alîkarîdayîna Instîtuya Brukselê pirtûk li weşanxaneya Do hat çapkirin û kesên dixwazin bixwînin ango bidest bixin, dikarin ji `[email protected]` û `[email protected]` daxwaz bikin.