Bûyerên li Stockholmê duh êvarê jî berdewam kir
Bûyerên li Stockholmê duh êvarê jî berdewam kir
Bûyerên li Stockholmê duh êvarê jî berdewam kir
Serhildana roja yekşemê li Stockholmê li Husby destpê kir didome. Duh êvarê ciwanan li Kista, Rinkeby, Tensta, Farsta, Älvsjö, Södertälje, Vällıngby wesayît, hinek dibistan û îstasyonên polîsan dan ber agir. Polîsê hatin cihê bûyerê wesayît dan ber keviran.
Ji roja ku bûyer derketine heta îro 16 xwendekar hatin binçavkirin û ciwanekî 18 salî hat girtin.
Polîsên Swêdê nekarî pêşî li bûyeran bigirin û ji bajarên din taqwiye xwest. Polîsan diyar kir ku dê taktîkên din biceribînin û dê mudaxaleyên wesayîtên tên şewitandin nekin.
Polîsan da zanîn ku piştî ciwan wesayîtan didin ber agir, ji wir naçin û dema polîs tên êrîş dikin. Şefê polîsan Jorgen Karlsson diyar kir ku di sala 2010’an de di bûyerên li Goteborgê derketin de ji bo ciwanan razî bike malbat xistibûn dewrê û got dê dîsa wisa bikin.
Polîs dê malbatên ciwanên tevli bûyerê bûne ziyaret bike û ji malbatan bixwazeke zarokên xwe bikin bin kontrolê.
JI SEFERATXANEYA DYA’YÊ BO WELATIYÊN DYA’YÊ HIŞYARÎ
Seferatxaneya DYA’yê ya bi nameyên elektronîk li welatiyên xwe yên li Swêdê dimînin re agahî şand ku nekevin taxên Husby, Tensta, Kista, Rinkeby û Fittja. Şefê çapemeniyê yê seferatxaneya mezin a DYA’yê diyar kir ku ew li dijî ewlehiya welatiyên xwe berpirsyarin û got ew neçarin welatiyên xwe hişyar bikin.
Hefteya borî polîsan kesekî 69 salî yên Fînlî kuştibû. Piştî w îli Husby bûyeran destpêkiribû. Ev bûyer her çûl i cihên din jî belav bû û ev duh li parlamentoya Swêdê hat nîqaşkirin.
Parlamenterê Partiya Karkerên Sosyal Demokrat Fredrîk Olovsson wiha got: “Li Îskandînavyayê pirsgirêka herîm ezin betaliye. 70 hezar ne diçe dibistanê û ne jî dixebite.”
EV BÛYER PARÇEBÛNA WELAT NÎŞAN DIDE
Hevserokê Partiya Keskan a Hawirdorê Asa Romsson diyar kir ku ev hefte bo Stockholmê hefteyeke reş bû û ev jî parçebûna welat nîşan dide. Romsson da zanîn li pişt vê berpirsyariya polîtîk heye.
Komên biyanî û nîjadperest ji bo bandorê li ser girseyê bike li ser facebook koman ava dike û hewl didin berpirsyariya bûyeran bikin ser milê penaberan.
Demokratên Swêdê jî xwest bûyer li parlamentoyê bê nîqaşkirin. Tê payîn ku 31’ê Gulanê de bûyer bi berfirehî bên nîqaşkirin.