Brezîlyayiyan careke din Dilma hilbijartin

Brezîlyayiyan careke din Dilma hilbijartin

Di hilbijartinên serokdewletiyê yên duh li Brezîlyayê hatin lidarxistin de, Dilma Roussef a ji sala 2010'an û vir ve vê wezîfeyê dike, qezenç kir. Roussef ji sedî 51,6 ê dengan stend û li hemberî namzetê Partiay Sosyal demokrat (SPDB) Aécio Neves ku ji partiyên navend-rastgiran piştgiriyê digire, bi ser ket.

Ji bo bikaranîna dengan bang li 143 mîlyon hilbijêrî hat kirin, ji van 29 mîlyon hilbijêran deng bikar neanîn û tê gotin ku 7 mîlyonan jî dengên derbas nabe yan jî vala, bikar anîn. Piştî ku ji sedî 99 ê dengan hatin jimartin namzeta Partiya Karker (PT) Dilma Roussef, serketina xwe ya li hemberî hevrikê xwe Aécio Neves îlan kir.

Piştî ku encam zelal bû, alîgirên Dilma herikîn kolanan û encam pîroz kirin. Rossuef di axaftina xwe de diyar kir ku her çend di dema kampanya hilbijartinê de hin caran alozî derketiye jî, gel di nava yekîtiyê de meşa xwe dewam kiriye.

Ji sala 2002'an û vir ve hilbijartinên Serokdewletiya Brezîlyayê ji aliyê namzetên PT ve tê qezenkirin. Dilma Roussef ku piştî Lila da Silva di PT de ji bo serokdewletiyê hat hilbijartin, di salên xwendekariyê de, gerîlayeke marksîst bû.

Di nava 12 salên desthilatdariya Roussef de li Brezîlyayê bi taybetî li qada têkoşîna li dijî xizaniyê serketinên mezin bi dest ketin. Li welatê xwedî nifûsa 200 mîlyonî, di nava 12 salên dawî de 40 mîlyon Brezîlyayî derketin ser sînorê xizaniyê û gihaştin asteke çêtir a jiyanê.