Ji demê (zeman) ku wek mîdeya abadîn ya marek xişxişok, klamek olan dide û li kevirên qedîm yên Sûrhên Amedê wer dibe. Newaya ku li meydana Deriyê Çiyê deng vedide; îtîraza razber (abstrakt) ya li jor evdbûna qaşoyî, li jêr hemwelatîbûna qaşoyî ye. Carna dibe wek Feqiyê Teyran qulingê birîndar dilêş dike di hembêza Evdal de; carna wek reqasek xwe li govendê ba dike di qutiya boyaxê (gonîyê) ya Seyîdxanê Boyaxçî de.
Seyîdxanê Boyaxçî di nav Kurdan de wek dengbêjê herî girîng ê li jiyanê tê destnîşankirin. Jiyana wî ya ku di nav hemalî û paqijkirina çopên bajêr de derbasbûyî dikare bibe mijara fîlman. Boyaxkerê pêlavan ê 25 salan, şovalyeyê teqawit, ev kar êdî bûye nasnameya wî.
Boyaxçî, di nav şaristaniyeta ku wek cinawirê bêdiran tê binavkirin de û di bin zilm û zorê de hozanekî gel e. Awaza razdar û zêmara qedîm a gel e; gelê ku tunebûn heya mejûyê (mox, mêjî) xwe pejirandibû û hatibû çewisandin. Êşa sedê salan ku bi wendahî û bêkesiya zû û bêwext hest kirî. Bi navekî din Seydo Şîmşekê ku nikarîbûye hejarî ji bin belîfa xwe dûr bixe.
Boyaxçiyê ku qirnê ku têde dijî xwediyê wê nebe jî; lê têde neçikiyaye û nemaye jî. Bêyî ku bi zimanê nivşên dema xwe re rabihê, ew bi çîrokên rabirdûyî bang dike. Herçiqas ber bi dawiya temenê xwe biçe jî, yek ji kevirê senger û çepera çanda Kurdî ye ku dagîrkeran nikaribûye pêşî lê bigire û biçewisîne.
Boyaxçiyê ku di sala 1933’î de li gundê Lexerê ya navçeya Erxeniyê ya bajarê Amedê ji dayîk bûye, di tevahiya temenê xwe de mejbûr maye ku wek karkerekî keseran, hemalekî derd û kulan bijî. Çinarê mezin ê dengbêj di 2 saliya xwe de diya xwe û dema 4 salî jî bûye bavê xwe winda kirî û sêwî dimîn. Ji ber vêna dengbêj û karkerê Kurd ji aliyê apê (mamê) xwe ve tê mezinkirin.
Boyaxçî tu caran neçûye dibistanan û piştî 15 saliya xwe êşên ku para wî û derdora wî ketî dest pê dike, bi stranan bihûne. Piştî kar û pîşeyên wek şivan û paletiyê; dest bi jiyana li ser kûçe û kolanên Amedê dike. Dengbêjê ku destpêka jiyana xwe wiha girê dide yan jî bêxwaztike wî wiha tê şêwandin; di beşa perisîn û geşebûna jiyana xwe de jî ji her cûr êş, derd û kulî bê par namîne.
Piştî gelek karên serlingî û biçûk, dibe xwedî karekî bi rêkûpêk û zincîra gewriya xwe ya wî berî bi kemenda sindoqa pêlavboyaxê ve girê dide. Tam 25 sal. Seyîdxanê Boyaxçî 25 salan belkî jî pêlavên hemû danîştvan û gelek miriyên bajêr bîranîn qilçqedîfeyî û rûnbehîvî dihûne. Herwiha di van deman de ji gelek axa, beg û xizmetkarên sermayedaran gotinên ne xweş û qerfîner dibihîse.
Di salên 1980’an de ji aliyê şaredarê wê demê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana ve jê re riya kar vedibe û dibe karkerê paqijiyê yê şaredariyê. Herçiqas karekî ji çopê be jî, êdî kar û mûçeyekî wî yê rêkûpêk hey e. Dengbêjê Kurd ê Amedî êdî bi roj qilêriya (qirêjiya) bajêr, êvaran jî qilêriya pêlavan pak dike. Xalê Seyîdxan êdî xwedî du karî ye. Di dema pirxebatî de êdî ji berê zêdetir bêhneke xweş a stran û klaman ji zengelorka wî difûre. Kolan bi cedew û balokên destê wî pak dibin; jengara guhan jî bi awaz û newayên wî...
Dengbêj Xalê Seyîdxan di sala 1980’î de li ser xwaztina şaredariyê lawijekê dilorîne û daxwaza jikarketinê (teqawitbûnê) dike; ji ber ku li gor wî gonîkerî rêzdariya wî di nav gel de bilindir û zêdetir dike.. Piştre ji aliyê civatên şevbêrkan de zêdetir daxwaza wî tê kirin û van deman de dizewije û dixwaze fêrî germahiya malbatê bibe. Çarenûsa ku lê hatiye birîn ku di salên biçûk de ew sêwî xistî; di heman demê de 7 zarokên wî yên pêş in ji ber hejariyê ji wê digire. Xalê Seyîdxan û hevsera wî wek ku beramber vê çarenûsa reş rest bikşîne; 7 zarokên din çê dikin.
Xalê Seyîdxanê ku hatiye dawiya payîza temenê xwe digel hevjîna xwe ya 65 salî, 7 zarok û 10 tornên (neviyên) wî hene.
Dengbêj û kedkarê Kurd Seyîdxanê Boyaxçî ji nifşê niha gelek bi gazind e û rexne dike. Herçend me got nifşên niha rexne dike jî; lê kes û aliyê naxe mebesta rexnên xwe jî hene. Ewana kî ne?
Nifşê ku Xalê Seyîdxan rexne dike û ên jê vediqetîne; bila xwendevan ji deng û gotinên efsûnî yên dengbêj hîn bibin: “Berê ciwan rêz digirtin ango rêzdar bûn. Baştir û çêtir bûn. Ciwanên niha hinek hişsivik in. Bêguman ez ji bo hemûyan nabêjim. Ên ku li çiyan in, pêwendî û têkiliyên wan bi vê yekê ve nîn in. Ewana ronî û bîbika çavên min in. Ez qala wan nakim. Lê ligel ew ên din rêz û rûmeta biçûk û mezinan nema ye. Mezin bê deng dibin, biçûk diaxivin.”
Gazindê Xalê Seyîdxan bi vana xilas nabe, dibêje ku ew rû û ev rûyê Amedê hey e ango kevn û nû. Dengbêjî navbirî wiha dirêjayî dide axavtina xwe: “ Pêştir Amed wek gundekî bû. Li hundirê Amedê ewqas (ewçend) mirov nebûn. Rêz û rêzdarî wiha nebû. Dema çavê yekî/ê li te diket; rêz û rûmet nîşan dida. Dema çavê te hefteyekê li yekî/ê nediket; dibû bi heyran û qurban. Le niha tu di ber re jî derbas dibî; slav nade. Berê Amed, Amed bû. Yek wesayîtekê jî tunebû. Di nav rojekê de herî zêde min sê kamyon didîtin. Li nav bajêr legleg digeriyan û difiriyan.”
Derbarê sedemên ji nişka ve mezinbûna gelheya bajêr de dengbêj Seyîdxan wiha diaxive: “Çi bû wiha bajêr ji nişka ve mezin bû? Dewleta Tirk li gundan agir barand; gundî neçar bûn birevin bajaran û li qehwexaneyan dîmenên tirsnak pêk hatin. Li vî bajarî min bi salan ava sûsê firot û min hemaliya selikê kir. Min çopkarî kir; karkeriya tevirûbêrê kir. Ne ji Mehdî Zana biya, belkî niha parsekî jî bi destê min nediket. Le kîderê kor, hejar, keçel, kulekek hebû kir xwedî kar. Ew bav û birayê belengazan bû. Piştre jî Osman Baydemîr. Herdû jî bûn bav û birayên gelê xwe û yên hejaran. Ez bi salan birçî veketim û raketim. Bila be qey nake, niha Amed xweşiktir e; encax ev derdê me jî bi derman bibana û Kurd bigihiştina azadî û serkevtinê dê Amed xweşiktir û rindiktir bibe...”
Dengbêj Seyîdxan Boyaxçiyê ku ji nav bêjinga jiyanê ve niziliye û hatiye; van deman li Amedê li Mala Dengbêjan heta dikare stran û awazên xwe bi dengekî quve û bilind qêr dike. Di dilê wî de hêviya çiyan, dihndirê kefika destê (kulm) wî de ne evîn û heza bajarekî a gelekî hey e.
*Ji Arşîva ANF’ê, 15 Cotmeh 2010