Bolîvyayê li NY gilî kir
Bolîvyayê li NY gilî kir
Bolîvyayê li NY gilî kir
Daxistina balafira Serokdewletê Bolîvyayê Evo Morales a ji aliyê Awûstûryayê ve, ku bi gumana sîxurê berê yê DYE'yî Edward Snowden tê de ye hat kirin, li nerazîbûna tund a hukûmeta Bolîvyayê rast hat. Bolîvyayê der heqê bûyerê de bi awayekî fermî li Neteweyên Yekbûyî (NY) gilî kir.
Sefîrê Bilind ê Bolîvyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Sacha Llorentî da xuyakirin ku daxistina bi zorê ya balafira Morales a li Awûstûryayê êrişeke, binpêkirina huqûqa navnetewî ye û xwest, welatên para wan di vê bûyerê de hene bên lêkolînkirin.
Llorentî got, "Em ji welatên xwe li ber emperyalîzma Emerîka Bakur dirêj kirine, daxuyaniyeke têrker dixwazin" û xwest, hemû aliyên bûyerê bên ronîkirin.
Balafira Morales, çend roj berê ji ber Spanya, Îtalya, Fransa û Portekîzê qada xwe ya hewayê girtin, neçar ma dakeve Viyanayê û piştî sekneke 12 saetan a li vir, destûr jê re hatibû dayîn ku bi rê bikeve.
Der heqê mijarê de Fransa û Portekîzê ti daxuyanî nedan, lê belê rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dabû xuyakirin ku di mijara balafirên bi gumana Snowden tê de ye de, ew bi hukûmetên din re di nava têkiliyê de ne.
Ji aliyê din ve, ev pêkanîna li dijî yek ji lîderên Emerîka Latînî Morales, li nerazîbûnê rast hat. Serokkomarê Arjantînê Fernandez de Kîrchner di peyamên xwe yên li ser Twîtterê de ragihand ku ew bi hempişeyê xwe yê Bolîvyayî re peyiviye, alîkariya huqûqî pêşniyar kiriye û jê re gotiye, eger pêwîst bike dikare dadgerekî xwe bişîne Awûstûryayê û li ser navê wî serî li Dîwana Edaletê ya Navnetewî, bide.
Kîrchner da xuyakirin ku ew bi lîderê Ûrûgayî Jose Mûjîca re jî peyiviye, ew jî bi hêrseke mezin vê pêkanîna neyînî pêşwazî kriye û got, "Ez bikenim an bigirîm, nizanim. Meryem a Ezîz! Ev dinyayeke çawa ye!"
Wezîrê Karên Derve yê Ekvadorê Rîcardo Patîno jî bang li Yekitiya Netewan a Emerîka Başûr (ÛNASÛR) kir ku civîneke taybet lidar bixe.