Bolîvyayê careke din 'Morales' hilbijart
Bolîvyayê careke din 'Morales' hilbijart
Bolîvyayê careke din 'Morales' hilbijart
Li Bolîvyayê, di hilbijartinên serokdewletiyê yên duh de, lîderê Tegera Sosyalîzmê Evo Morales ê ev du dem in vê wezîfeyê dike, bi ser ket. Morales ji sedî 61 ê dengan stend û careke din bû serokdewlet. Morales serketina xwe ya hilbijartinê weke 'têkoşîna li dijî emperyalîzmê' bi nav kir.
Li dû aşkerabûna encamên hilbijartinê re Morales li şaneşîna qesra serokatiyê axivî û got, "Ez ji gelê Bolîvyayê re spas dikim ku cara sêyemîn min hilbijart." Morales hilbijartina xwe ya cara sêyemîn weke serketina eniya dijberiya mêtîngeriyê û dijberiya emperyalîzmê şîrove kir û serketina xwe diyarî Fîdel Castro û Hûgo Chavez kir.
Li gorî encamên hilbijartinê yên ji aliyê saziya bi navê Morî û Ipsos ve hat aşkerakirin, Morales ji bilî eyaleta Benî ya li bakurrojhilat, li gelemperiya welêt piraniya dengan bi dest xist.
Li eyaleta Santa Cruz, ku herêma herî aram a welêt e û timî destekê dide mûxalefetê Morales ji sedî 49 ê dengan, hevrikê wî Samûel Dorî aMedîna jî ji sedî 38 ê dengan qezenç kir.
Li gelemperiya Bolîvyayê namzetê mûxalefetê Dorîa Medîna ji sedî 24 ê dengan stend. Serokdewletê berê yê mûxafazakar Jorge Quiroga ji sedî 9, û partiya keskan û partiya sosyal demokrat jî bi tenê ji sedî 3 ê dengan bi dest xistin.
Li dû aşkerabûna encamên hilbijartinê alîgirên Morales ber bi Meydana Murillo ya li ber qesra serokatiyê ye herikîn. Morales bi endamên kabîneyê re derketin şaneşîna qesrê.
Bolîvya ku xwedî nifûsa herî zêde ya xwecihên Başûrê Amerîkayê ye, tevî dewlemendiyên xwe yên xwezayî jî yek ji welatê herî xizan ê cîhanê ye.
Di nava 10 salên desthilatdariya yekemîn serokdewletê xwecihî Evo Morales de li welêt aramiya polîtîk bicih bû. Bolîvya ji sala 1825'an dema serxwebûna xwe û vir ve, 160 caran rastî darbeya leşkerî hat.