Bîrdariya Asûrî-Suryanî ya Komkujiyê li Atîna hat danîn

Bîrdariya Asûrî-Suryanî ya Komkujiyê li Atîna hat danîn

Li paytexta Atîna ya Yewnanîstan Bîrdariya Asûrî-Suryanî ya Qirkirinê (Seyfo) hat danîn.

Ji bo Asûrî-Suryaniyên di sala 1915’an dema Împaratoriya Osmaniyan qirkirina li hember gelên Xiristiyan pêk hat de hatin qetilkirin, li paytexta Atîna ya Yewnanîstanê li Qada St.Spyrîdon Square bîrdariya Qirkirinê hat danîn.

Di merasîma ku ji aliyê Seyfo Center a navenda wê li DYA ye hat organîzekirin ji gelek welatan bi sedan Asûrî-Suryanî beşdar bûn.

Piştî dua û îlahiyên bi Asûrî merasîma fermî hat destpêkirin. Serokê Seyfo Center Sabrî Atman got ku li Avustralya, Fransa û Ermenistan jî bi heman rengî bîrdarî danîne û di demên pêş de dixwazin li Amed, Mêrdîn, Colemêrgê, Wan û Stenbolê deynin û got, “Berî niha bi 3 salan ji bo em bîrdariyê li Amedê deynin me serî li şaredariyê da, lê heta niha bersiv nehatiye. Em li benda bersivê ne.”