Bi tevnkariya kilaşê çanda xwe diparêzin

Jinên Rojhilat ku tevnkariya kilaşê dikin, bi vê zenetê hem çanda xwe diparêzin û hem jî debara xwe dikin. Jinên ku bi sedan salan e tevnkariya kilaşê dikin di demên dawî de keda wan têm ehtir.

Jinên Rojhilatê Kurdistanê ku pêlavên bi navê ‘kilaş’ê çêdikin, ku kilaş parçeyek ji çanda Kurdan e, em çanda xwe bi vê zenetê diparêzin û li hêla dî jî debara xwe pê dikin. Her çendî nayê zanîn bê ka kilaş cara pêşî li kengî hatiye çêkirin jî tê gotin cara pêşî li Hewremanê û li Hecîc, Dîl û gundê Text ê Hewramanê hatiye çêkirin.

SALÊ 300 HEZAR COT KILAŞ TÊ HILBERANDIN

Salên dawî ji ber sedema ku pirtir  tê xwestin di çêkirina kilaşan de zindîbûnek çêbûye, lê mêhtina kedê jî berdewam e. Kilaşên ku ji du parçeyan çêdibin, ji ber ku qeyîm in, sivik in û xwê nadin, mirovên ku li deverên çiyayî dijîn van pêlavan hildibijêrin. Li gorî daneyên fermî yên Îranê li herêma Merîwanê salê 300 hezar cot pêlavên kilaşê têne çêkirin û 15 hezar kes vî karî dikin.

Jineke ku ji Merîwanê têkildarî çêkirina hilberîna kilaşan ji ANF’ê re axivî û ji ber sedema ewlehiyê nekarî navê xwe bide, dibêje kilaş ji berê ve ji hêla jinan ve dihate çêkirin. Jin diyar dike ku kilaş ji du parçeyan çêdibin û wiha dibêje: ‘’Kilaş ji du beşan çêdibe. Binê kilaşê ji çermê dewaran tê çêkirin, ser wê jî bi hiriyê ristî tê honan. Binê pêlavê zilam û ser wê jî jin çêdikin. Lê zêdetir jin hildiberînin. Her wiha dîsa bi jinan ev pîşe ji bo nifşên nû hatiye veguhastin.’’

MÊHTINA KEDÊ

Jina ku kilaşan hilberîne dibêje li Merîwanê û derdora wê biçûk mezin 3 hezar atolye kilaşan çêdikin û diyar dike jinên ku karê kilaşê dikin, binê kilaşan ên ku ji van atolyeyan distînin, piştî ku ser wê çêdikin dîsa difiroşin wan atolyeyan. Jin diyar dike ji bo her cot pêlavî kêmî dolarekî pere bi dest wan ve tên lê ev pêlav heta bi nêzîkî 50 dolarî têne firotin.

ÇÊKIRINA KILAŞAN ŞÊN BÛ DÎSA

Demekê karê kilaşê hema hema hatibû ber nemanê lê van salên dawî dîsa şên bûye ev kar. Sedema ku biharî û ber bi payizî ve ev pêlav têne bikaranîn ew e ku li deverên çiyayî ji bo meşê rehet in, qeyîm in, ji bo tendiristiyê baş in û ciwan li çanda xwe vedigerin. Her çendî li gorî daxwazê bi rengên cuda werin hilberandin jî, jinên Rojhilat hewl didin ku rengê wê yê spî biparêzin û tenê rengê binê wê diguherînin.

SÛDEKE MEZIN LI ABORIYÊ

Pêlavên ku li Merîwanê têne çêkirin 80 ji 100’i li Başûr, Bakurê Kurdistanê û li Îranê têne firotin. Lê tê gotin di van salên dawî de ji bo  xebatên folklorîk jî sîparîşa kilaşan têne dayin. Li gorî reqemên dewleta Îranê li Merîwanê salê 300 hezar cot kilaş têne hilberandin û ev 7 milyon û 900 hezar dolar sûdê dide aboriya welêt. Lê keda hilberînerên kilaşê ku ne xwedî ti ewlehiya sosyal in, li Îranê, weke gelek baskên dî yê kar tê mêhtir.