Bi hezaran li Stuttgartê ji bo Kobanê meşiyan
Bi hezaran li Stuttgartê ji bo Kobanê meşiyan
Bi hezaran li Stuttgartê ji bo Kobanê meşiyan
Li bajarê Elmanya Stuttgartê Kurd û dostên wan ên ji bo Kobanê seferberî îlan kirine, bi meşekê êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar kirin û xwedî li berxwedana Kobanê derketin.
Kurd û dostên wan ên li bajarê Elmanya Stuttgartê ku hefteyeke ji bo Kobanê li ser lingan e, bi meş û mîtîngekê êrîşên DAIŞ’ê şermezar kirin.
Meşa li Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê hat lidarxistin nêzî 3 hezar kes tevlî bûn. MLKP, DÎDÎF, Partîzan, YS û rêxistinên weke Cîhana bê Jiyîn ku tevlî meşê bûn, saet 1 7.00’an li Lautenschlagerstrasse destpê kir. Meş bi pankart û flamayên hatin hildan bi dirûşm û mîtinga li Qada Schlossplatzê saet 19.15’an de bi dawî bû.
Di axaftinan de DYA û YE hatin rexnekirin û hat diyarkirin ku ji bo Kurd li dijî DAIŞ têbikoşin destek nedan û li cihê vê DYA bîrên petrolê bombebaran dike.
Di axaftina li ser navê rêxistinên MLKP û DÎDÎF hatin kirin jî wiha hat gotin: “Şoreşa Rojava û Kobanê azadiya gelê Kurd e. Em Kurd û gelên şoreşger em ê Kobanê û Rojava biparêz in. Ji ber ev azadiya me hemûyan e.”
Di belavokên bi Elmanî, Tirkî û Kurdî hatin xwendin de zilma DAIŞ li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dimeşîne anîn ziman û banga têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ’ê hat kirin.
Di meş û mîtîngê de dirûşmayên “Tirkiye fînanse dike, DAIŞ lê dixe!”, “DAIŞ ji Kurdistanê bicehime!”, “Kobanê wê ji bo DAIŞ bibe goristan”, “Bijî piştgiriya enternasyonal!” “Bijî YPG/YPJ û PKK” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin.
Di tevahiya meşê de kesên li derdorê jî piştgirî dan meşê.
ÇALAKIYA NOBETÊ HAT DIRÊJKIRIN, ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ HAT DESTPÊKIRIN
Li gel vê çalakiya nobetê ya kon a ji bo Kobanê hat destpêkirin wê heya 1’ê Cotmehê dewam bike û greva birçîbûnê hat destpêkirin. Greva birçîbûnê ya her du rojan ji aliyê komên cuda ve wê bê dewrgirtin, destpêkê 7 kesan destpê kir. Hat hînbûn têkildarî domandina greva birçîbûnê û çalakiya kon wê biryar di çarçoveya nirxandinên roja Çarşemê yên têkildarî rewşê de diyar bibe.