Bexda veguherî gola xwînê: 60 mirî

Bexda veguherî gola xwînê: 60 mirî

Li paytexta Iraq Bexdayê, duh êvarê di encama rêzeteqînên bombeyan de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 190 kes birîndar bûn.

Li taxên Şîa yên Bexdayê, bi 11 wesaîtên bombebarkirî û bombeyên li kêleka rê hatin bicihkirin, duh êvarê êrîş hatin kirin. 

Rayedarên polîsan dan xuyakirin ku li taxên Karrada, Baiyaa, Shurta, Tobchi ve Zafaraniya yên Bexdayê, li qadên bazarê wesaîtên bombebarkirî teqiyane. 

Hat ragihandin ku di encama êrîşên bombeyî de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 190 kes jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye, li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji meha Nîsanê û vir ve 2.500 kesan di bûyerên dijwariyê yên li Iraqê de jiyana xwe ji dest dane.