Berxwedana li Brezîlya dewam dike

Berxwedana li Brezîlya dewam dike

Li Brezîlyayê, xwepêşandanên bi sedhezaran ciwanan ên li dijî zema li bûhayê otobus û wesaîtên girseyî hatin kirin, dewam dikin. Li ser vê yekê rêveberiyên eyaletan paş ve gav di avêjin. Li Brezîlyayê di nava 10 salên dawî de rêjeya xizaniyê tevî kêm bûye û aborî mezin bûye jî, nebaşbûna kalîteya jiyanê ya çîna navîn, pirsgirêkên binesaziyê, xizanî û pereyên mezin ên li Kûpa Cîhanê ya futbolê hat bikaranîn, rastî nerazîbûnan tên.

Xwepêşandanên 10 roj berê li bajarên mezin ên welêt bi asteke biçûk de destpêkirin, veguherîn xwepêşandanên mezin ên bi beşdariya sed hezaran. Ji ber xwepêşandanên li dijî zema bûhayên wesaîtên girseyî li Rîo de Jenerîo û Sao Paûlo destpê kirin, li Brasilia, Rîo de Jenerîo û 5 bajarên mezin ên maçên Kûpa Konfederasyonê tên lîstin, yekîneyên taybet hatine veguhestin.

Doh 25 hezar xwepêşandêr li bajarê Fortaleza rêya diçû stadyûma lê maça Brezîlya-Meksîka hebû, li çûn û hatinê girtin. Polêsan dest wedan, lê belê xwepêşandêran jî hesabê 180 milyon Euro yên ji bo stadyûma li bajêr hatiye xerckirin, pirsîn. Di dema maça li stadyûma Fortaleza de hin temaşevanan pankartên piştgiriyê didin xwepêşandanên kolanan vekirin û transfera lîstikvanên futbolê yên bi deh milyonan dolarî, şermezar kirin. Tê gotin, hukûmeta Brezîlyayê, ji bo maçên futbolê yên Kûpa Cîhanê ya sala 2014'an zêdeyî 11 milyar dolar bikar aniye.

Li gelemperiya welêt, pirraniya wan ciwan zêdeyî 250 hezar kes daketin kolanan û li hin cihan polêsan bi dijwarî dest li wan werdan.

ROUSSEF PESIN DA, EYALETAN ZEM VEKIŞANDIN

Bi mezinbûna bûyeran re, roja Sêşemê Serokdewleta Brezîlyayê Dîlma Roussef dabû xuyakirin ku xwepêşandêr mafên xwe yên demokratîk bikar tînin û ewê daxwazên wan li ber çavan bigirin. Roussef di axaftina xwe de xwepêşandêr pîroz kir, lê belê ji ber ku tedbîreke berçav nîşan neda, li nerazîbûnan rast hat.

Di vê navberê de, bi mezinbûna xwepêşandanan re rêveberiyên eyaletaên Saol Paûlo û Rîo de Jenerîo dan xuyakirin ku ewê zema li bûhaya wesaîtên girseyî vekişînin. Beriya niha jî rêveberiyên hin welatan dabûn xuyakirin, ku ewê zemê betal bikin.