Berhemên tevlî pêşbirka helbestên Kurdî bûne, hêjayî xelatê nehatin dîtin

Weşanên Sor encamên 11’emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî eşkere kirin. Ti berhem hêjayî xelatê nehatin dîtin.

11’EMÎN PÊŞBIRKA HELBESTAN A ARJEN ARÎ

Juriyê ragihand ku îsal xelat nedan helbestekê. Di daxuyaniya ji aliyê weşanxaneyê ve hatî dayîn de, sedemê xelat nedayînê wiha hat eşkerekirin: “Di 11. Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî de, 5 dosya gihan ber destê lijneya pêşbirkê. Ji nav 5 dosyayan, dosyaya bi navê “JI EWRAN GULBIJÊRKEK”, ji ber ku hin helbestên tê de wergera helbestên hin helbestkarên Tirkî bûn, ji hêla lijneya me ve nehat nirxandin û li derveyî pêşbirkê ma.

Li gorî nirx û asta helbesta kurdî û bi taybet asta helbesta Arjen Arî, mixabin ji her 4 dosyayên mayî, lijneya pêşbirkê dosyayek hêjayî xelatê nedît.

Em hêvî dikin ku di dahatûyê de, helbestvanên kurdî yên nifşên nû dê bêhtir hewl bidin ku asta helbesta kurdî ji asta heyî bilindtir bikin.

Weşanxaneya me Sor û malbata Arjen Arî, ji ber helwest û sekna wî ya mirovane û demokratî ya li hember zilm û tadeya li ser zimanê kurdî, helbestkar/nivîskar Murathan MUNGAN, hêjayî “Xelata Rûmetê” dît.

Em spasiyên xwe pêşkêşî hemû beşdar û endamên lijneya pêşbirkê dikin.”