Berhemên girtiyan li Swîsreyê tê pêşandan

Berhemên girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê hatin pêşandan.

Girtiyên siyasî yên ku bi salan di zindanan de ne, tevî her tiştî hilberîna xwe didomînin. Bi keda xizmên girtiyan ev berhem digihîjin gel.

Malbata Ferhan Mordenîz jî hewl dide helbest û tabloyên ku di nava konseptekê de li girtîgehê hatine  çêkirin pêşkêşî xwendevan û hunerhezan bike. Lê îsal ne tenê berhemên Mordenîz, berhemên 5 girtiyên cuda yên ku di heman şert û mercên wî de bûn jî li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hatin pêşandan.

Di pêşandanê de berhem ji aliyê Aynur Eplî, Ferhan Mordenîz, Ayhan Kavak, Mehmet Bogatekîn, Omer Ozdurak û Salîh Erol ve hat amadekirin. Di pêşangehê de wêne, tablo, karîkatur, helbest û berhemên nivîskî tên pêşandan. Ji bo hevaltiya nameyê a bi girtiyên di girtîgehê de jî pişk tên kişandin. 

Pêşangeha ku berhemên 6 girtiyên siyasî tê de tên pêşandan, li Komeleya Çandî ya Katalanan a Punto d`Incontro ji aliyê Komeleya Tîgrîs Eûphratê tê pêşandan. Wê pêşangeh heta 3’ê Mijdarê bidome. 

Pêşangeha li Josefstrasse 102, 8005 / Zurîhê wê heta 3'ê Mijdarê vekirî be.