Berdevkê TZPKurdî Şahîn: Ev bêrêzî ye

Berdevkê TZPKurdî Şahîn: Ev bêrêzî ye

Li gel ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan daxuyand perwerdehiya ziman wê di asta ‘Dersa Hilbijartî’ de bê dayîn derbarê mijarê de nîqaş geş bûn. Berdevkê TZPKurdî Mamoste Mehmet Şahîn helwesta Erdogan li hemberî ziman û hebûna kurdan wekî bêrêzî bi nav kir û got ku ew ev 10 sale wekî dê sibê dest bi perwerdehiya zimanê kurdî bikin, amedekariyên xwe didomînin. Şahîn, her wiha hewldanên hikûmetê wekî hewldanên guhertina rojevê pênase kir û xwest ku bê mijûlkirin dewlet ji kurdan lêborîn bixwaze.

Piştî ku hikûmeta AKP’ê daxuyand dê perwerdehiya zimanê kurdî bi asta ‘Dersa hilbijartî’ di dibistanan de were dayîn, li Tirkiyeyê dîsa nîqaşên mafê perwerdehiya zimanê zikamkî geş bû. Li aliyekî ku nêz hikûmetê ne vê helwestê wekî gavekî gelek girîng bi nav dikin. Lê aliyê din de jî derdorên kurd vê yekî wekî bêrêziyek li hemberî ziman, netew, çand û hebûna kurdan dinirxînin.

Berdevkê Tevgera Zimanê Kurdî (TZPKurdî) Mamoste Mehmet Şahîn jî di vî warî de pirsên ANF’ê yên derbarê mijarê de bersivand û helwesta hikûmetê wekî bêrêzî bi nav kir. Şahîn da zanîn ku ji ber hiqûmet gelek ketiye nava tengasiyê dixwaze vê helwestê xwe ji tengasiyê rizgar bike û bêhna xwe fireh bike.

‘FERZKIRINA VÊ HELWESTÊ DIJÎ MIROVAHÎ Û DIJÎ EXLEQ E”

*Demek beriya niha Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ku di dibistanan de dê perwerdehiya zimanê zikmakî di asta ‘Dersa hilbijartî’ de were dayîn. Hûn vê helwestê çewa dinirxînin?

Gelê kurd xwedî çandek qedî me. Em ferzkirina dersa hilbijartî ya li hemberî kurdan wekî bêrêzî dibînin. Li cîhanê ji tu gelan nehatiye- nayê pirsîn gelo hûn dixwazin zimanê dayîka xwe hîn bibin an na? Ev pirsekî ne di cih de ye jî, ne rast e jî. Ferzkirina vê helwestê dijî mirovahî û exlaq e. Gelo niha ev pirs ji rayedarên dewletê, hikûmeta AKP an jî ji Erdogan bê pirsîn ji wan re were gotin ku ‘Gelo hûn dixwazin bi dersa hilbijartî zimanê dayîka xwe hîn bibin’ Wê reyaksîna wan çibe ez gelek mereq dikim. Eger ew tu reaksiyonê nîşan nedin û bêjin ‘Belê bila zimanê dayîka me bibe dersa hilbijartî’ wê demê em jî qebûl dikin ji bo me jî tu pirsgirêk tune ye. Lê tiştên ku ji bo xwe rewa nabînin, hewceyê ji bo kurdan jî rewa nebînin ku biratî pêk were.

JI BO TIRKÎ OLÎMPIYAT JI BO KURDÎ HEFTEYÊ SAETEK PERWERDEHÎ

* Serokwezîr her tim behsa biratiya kurd û tirkan dike. Wekî benîşt di her axaftina xwe vê yekî tîne ziman. Gelo di hiqûqa biratiyê de cihê vê helwesta wan a dawî çi ye?

Ev 90 sal e dibêjin ‘em birayê hev in’. Hiqûqa biratiyê ew e ku birayek xwedî çi mafî be birayê din jî xwedî heman mafî be. Ev 90 sal e navê biratiyê li ser me ye, lê tu hiqûqa biratiyê nehatiye bikaranîn û ev hiqûq her tim hatiye binpêkirin. Di vir de jî em heman tiştî dibînin. Ji bo zimanê tirkî olîmpiyatan li dar dixin. Wekî zimanê tirkî li ber xeteriyê ye olîmpiyatan çêdikin, lê ji bo zimanê kurdî jî hefteyê seatekî dersa hilbijartî dibêjin em dê bidin. Ev bi rastî hem tiştekî bê rêzdarî hemjî derveyî hiqûqa biratiya gelên tirk û kurdan e. Ji ber vê jî dersa hilbijartî na. Divê pirsa ‘Hûn dixwazin dersa hilbijartî bigirin’ ji kurdan neyê pirsîn. Eger bi rastî em birayê hevbin, wê bibêjin ‘Birano ev 90 sale me zimanê we qedexe kir. Me neheqî li we kir. Me xwest em nasnameya we û we tune bikin. Lê hêza me têra nekir me nekarî we tune bikin. Em lêborîna xwe ji we dixwazin û ji vir şûn ve fermo bi zimanê dayîka xwe perwerde bibînin’ Hewce ye ku bi vî şiklî lêborîna xwe bixwazin û qada jiyanê ji zimanê me re vekin.

‘JI BO BIRATIYÊ DIVÊ HER DÛ GEL HEV DÛ FÊM BIKIN’

Divê li qada Tirkiyeyê zimanê tirkî bibe zimanê sereke û yê perwerdehiyê be. Li herêma kurdan jî kurdî bibe zimanê sereke û yê perwerdehiyê. Bila kurdî li qada Tirkiyeyê bibe dersa hilbijartî gel hewce be bila li Herêma Kurdan jî tirkî bibe dersa hilbijartî. Biratî wiha ye. Biratî hewce dike ku her du bira zimanê hev dû bizanibin û hev du fêm bikin. Ji bo pêşerojê. Ji bo biratiyek domdar ev hewce ye. Ne ku birayekî xwedî hemû derfeta be yên din ji van derfetan tu sûdan negire. Birayek dê di nava deruniya serdest e bijî, yê din wê di derûniya bindest de bijî. Ev nabe. Biratî wiha nîne. Lazime demildest rayedarên Tirkiyeyê vê şaşiya xwe bibînin li gor vê tevbigerin. Li aliyê din de jî dersa hilbijartî ne wekî dersa hilbijartî a kurdî pênase dikin. Wekî dersa hilbijartî a zimanê zindî bi nav dikin. Em xwe nexapînin. Zihniyet neguheriye. Dixwazin rêjevê biguherînin. Lazime em jî nekevin dehfika wan. Çawa dema dewlet bac digire napirse, an jî dema leşkeriyê napirse tu dixwazî ji me re leşkerî bikî an na divê wisa jî mavê perwerdehiyê bê pirs û pisyar bide.

‘DIXWAZIN BI VÎ AWAYÎ ROJEVÊ BIGUHERIN’

*We jî got ku ev helwesta hikûmetê ji bo guhertina rojevê ye. Hûn dikarin hinek vê mijarê binirxînin?

Em vê helwestê wekî ku ji bo jiyandina zimanê kurdî qadekî vekin nabînin. Ev ne tiştekî wisa rasteqîn, helwestekî çareserker û ji zimanê kurdî re rêzdarî nabînin. Hêj di bin hijmendiya wan de, ‘Gelo em cardin kurdan çewa bixapînin’ heye. Di nava dersa hilbijartî de navê kurdî tuneye. Me qava din behsa wê kir. Lê wisa didin nîşandin ku sankî zimanê kurdî dibe zimanê hilbijartî. Em viya wekî helwesta guhertina rojevê dibînin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de hikûmeta AKP’ê ketiye nava tengasiyek mezin de. Li hember qetliyama Roboskî, li hember xwesteka perwerdehiya zimanê kurdî ew ketine tengasiyê. Lewra ev mafekî gelek rewaye nikarin rê li ber bigirin. Di cîhanê de tu kes nikare ji kurdan re bêje ‘Kurdîno hûn çima zimanê xwe dixwazin. Ji bo vê perwerde dixwazin’. Wexta em ji dayîk dibin, tu kes napirse gelo hûn dixwazin kurd werin dinyê an jî tirk werin dinyê? Ne tu kes dikare vî mafî qedexe jî bike û wekî lutfekî jî pêşkeş bike. Êdî ji ber ku AKP nikare rê li ber bigire û di qada navnetewî de ket nava zorê bi van hewldanan dixwaze rojevê biguhere û bêhna xwe fireh bike. AKP ji bo tecrîda li hember Rêberê PKK’ê, qetliyama Roboskî, êrîşên siyasî û leşkerî bide ji bîrkirin AKP wiha tevdigere. Lê gelê kurd êdî li hemberî van tiştan nayê xapandin. Bila ev baş bê zanîn. Xapandina kurdan êdî ne pêkan e.

‘EM JI BO PERWERDEHIYA KURDÎ AMADE NE’

* Niha dewlet îro bêje ‘Fermo a ji we re mafê perwerdehiya kurdî’ gelo ji bo vê tu amadekariyên kurdan hene? Yek din bi taybet jî li rojavayê Tirkiyeyê niqaşek wekî ‘Mafê perwerdehiyê bê dayîn jî ne mamoste hene ne jî têrê meteryalên perwerdehiyê wê çawa be’. Hûn dikarin van her dû xalan ji me re şîrove bikin?

Pirisgirêka perwerdehiyê ya herî girîng a dewletan e. Em destpêka komara Tirkiyeyê bifikirin. Wextê Komara Tirkiyeyê ava bû tu kesî tirkî nedizanî. Zimanekî nû ava kirin. Ne mamoste hebûn, ne materyal hebûn ne jî qadro hebûn. Ev pirsgirêk bi dehan salan şûn ve çareser kirin. 90 sal derbas bûne hêj jî li Tirkiyeyê pirsgirêka perwerdehiyê nehatiye çareserkirin. Em jî wisa hêvî nakin ku di nava çend salan de ev pirsgirêk were çareserkirin. Ev di nava demê de pêkan e. Lê em dibêjin ku wekî tevgera ziman amade ne ku sibê jî perwerdehiya zimanê kurdî dest pê bike; em di warê qadroyê de amade ne, em di warê materyalan de amade ne. Bila tenê mafê me bidin em dest pê bikin. Ev 10 sale em vê xebatê dikin. Em ev 10 sale wekî ku wê sibê perwerdehiya zimanê zikmakî dest pê bike amadekariyên xwe dikin. 2 sal beriya niha me ji bo amadekirina mataryalên perwerdehiya kurdî komîsyonekî ji 26 kesan pêk tê ava kir. Niha ji pêşdibistanê heta pola 8’emîn pirtûkên me amadene. Pirtukên ziman, erdnîgarî, dîrok, fen, kîmya, fîzîk wêşe, matematîk, çi ders bêjî hemû pirtûkên wan amade ne, li ber çapê ne. Niha em pirtûkên lîseyê amade dikin. Dîsa 4 ast kursên me hene. Yên asta çaremîn diqedînin dibin mamoste. Bi vî awayî niha bi tevahî nêzî hezar û 500 mamoste me gihandine. Tenê li Amedê 160 mamoste niha perwerde didin şagirtan. Ji ber vê jî bila tu kes xem neke. Tu kes bila wisa erzan jî nêzîkê me nebe.

‘BILA DEWLET LÊBORÎNÊ BIXWAZE’

Lê ev yek nayê wê wateyê ku dewlet ji berpisyariya xwe wê rizgar bibe. Wek me di serî de jî got dewlet deyndarê kurdan e ku perwerdehiya kurdî bîne cih. Bila ji me re bêje ‘Ez baca we naxwazim, ez naxwazim hûn ji min re leşkerî bikin, dewlemendiyên we yên bierd jî bila ji we re bin’ wê demê em jî tu tiştî naxwazin. Lê eger se bace ji me digire, me dibe leşkeriyê û dewlemendiyên binerd ên me dibe ji bo xwe bi kar tîne, neçare ku perwerdehiya zimanê kurdî jî ev dewlet bicih bîne. Ev mafê me ye. Em mafê xwe dixwazin. Lê dewlet neyîne cih jî em amade ne bi kêmderfetên xwe jî vî karî bikin.

Em hêvîdar in, dewlet vê mijara dersa hilbijartî di ber çav de derbas bike û vê bêrêzdariya li hemberî kurdan jî ji holê rake. Her wiha em li bendê ne ku ji ber ev 90 sale zimanê me qedexe kiriye, dewlet ji gelê kurd lêborînê bixwaze.