Başûrê Çînê li ber lehiyê ket
Başûrê Çînê li ber lehiyê ket
Başûrê Çînê li ber lehiyê ket
Li başûrê Çînê ji ber lehî û şemitîna axê 55 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî 10 kes wenda ne.
Barana dijwar a roja yekşemê li eyaleta Fujian bariya, rê li ber lehiyê vekir û bi hezaran malên li herêmê li ber avê ketin. Rayedaran dan xuyakirin, ku ji ber lehiyê heta niha 55 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her weha hezar kesên li bajarê Longyangê di rewşeke tengav debûn, hatin veguhestin. Tê gotin, li hin herêmên bajêr bilindbûna avê du metre derbas kiriye.
Lehiya ku ji ber barana hefteyeke li başûrê welêt dibare rabû, nêzî 3 hezar mal xera kir. Tê gotin, ku 1.5 mîlyon Çînî ji lehiyê bandor dîtine.