Barzanî: Di pêkanîna Destûra Bingehîn de me li hevdu kir
Barzanî: Di pêkanîna Destûra Bingehîn de me li hevdu kir
Barzanî: Di pêkanîna Destûra Bingehîn de me li hevdu kir
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesud Barzanî got ku di hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî re ji bo pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêr de çareser bibin di mijara destûra bingehîn de ji bo pêşxistina gavên pratîkî li hevdu kirine. Malîkî got, di xusûsa “ref bibin yek” de li hevdu kirine lê belê di mijara destûra bingehîn de nêrînên cuda di navbera wan de hene.
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesud Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr-Bexda de li Bexdayê hatin gel hevdu. Piştî hevdîtinên di serokatiya Barzanî û Malîkî de di navbera rayedarên her du hikûmetan de civîneke hevpar a çapemeniyê hat lidarxistin.
MALÎKÎ: DI MIJARA REF BIBIN YEK DE ME LI HEV KIR
Di civîna çapemeniyê de mafê axaftinê yê destpêkê ku Malîkî wergirt, destnîşan kir ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêr de di mijara ref bibin yek de li hev kirine û di mijara destûra bingehîn de nêrînên wan ên cuda hene.
BARZANÎ: DI PÊKANÎNA DESTÛRA BINGEHÎN DE ME LI HEV KIR
Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr-Bexda de û got ku, ji bo pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêr de çareser bibin di mijara destûra bingehîn de ji bo pêşxistina gavên pratîkî li hevdu kirine û wiha berdewam kir: “Serdan ji bo çareserkirina pirsgirêkan tevkarî kir. Ji bo em ji talûkeyên derve bên parastin divê em cepha hundir bi hêz bikin.”