Bangladeş li benda bagera Mahasen e
Bangladeş li benda bagera Mahasen e
Bangladeş li benda bagera Mahasen e
Li Bangladeşê alarma bagera Mahasen hat dayîn. Ji ber gefa bagerê, bi sedhezaran mirovên li peravên welêt hatin veguhestin.
Rayedarên Bangladeşî, ji bo herêma Chittagong û herêma peravê Cox's Bazaar asta alarmê derxistin 7'an ku asta herî bilind a alarmê 10 e. Bagera Mahasen ku ji ser Kendava Bengalê ji bakur ber bi rojhilat ve diçe, tê payîn roja pêncşemê xwe bighîne herêmên bejahî. Xebatên veguhestan mirovan ên li Bûrmayê jî dewam dikin. Fikar tê kirin ku bager bandorê li Mislimanên Rohîngya bike, ku bi dehhezaran ji wan li kampên demborî yên penaberiyê yên li eyaleta Rakhîne dimînin. Penaberên mijara gotinê, ji mirovên par ji ber şerê qewmî reviyabûn, pêk tên.
Wezîrê Plansaziyê ya Netewî Tin Naimg Thein da xuyakirin ku, wan heta niha nêzî 150 kes mirov veguhestine herêmên bilind. Berdevkê hukûmetê diyar kir, ku yek ji 5 kesên mijara gotinê, Rohingyîne.
PÊLÊN 2 METRE BILIND TÊN PAYÎN
Daîreya Meteorolojiyê ya Bangladeşê ragihandin ku, bager dikare li peravan rê li ber pêlên 2 metre bilind ên avê veke û bang lezgîn li gelên herêmê kir ku tedbîrên xwe bigirin.
Ji ber bagerê balafirgeha Cox'ê Bazaar hat girtin û balafirgeha Chittagong jî wê di saetên pêş de bê girtin.
BAGER LI 8.2 MÎLYON MIROVAN GEFÊ DIXWE
Buroya Koordînasyona Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku, di asta yekemîn a bager Mahasende , bager qels bûye. Lê belê diyar kir, ku di heman demê de bager li Bangladeş, Bûrma û Bakur-Rojhilatê Hîndîstanê, "gefa jiyanê" ji 8.2 mîlyon mirovan dixwe. Di vê navberê de li rojhilatê Bûrma komek ji bagerê reviya, keştiya wan binav bû û di encamê de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hêjayî gotinê ye bagera Nargîs di sala 2008'an de li gundên peravê yên Bûrma rê li ber karesatekê vekiribû û di encamê de zêdeyî 100 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dabûn.