Balafirên bê mirov bi sedan sivîl kuştin

Balafirên bê mirov bi sedan sivîl kuştin

Di şerê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li seranserê cîhanê di bin navê “têkoşîna li dijî terorê” dimeşîne bi sedan sivlî tên kuştin. Li gorî ji Partiya Komargir (RP) ya DYA’yê Lindsey Graham ji sala 2004 ve bi sedan kes sivîl di van şeran de hatine kuştin û bi taybet 4 hezar û 700 kes jî di êrîşên balafirên bê mirov de jiyana xwe ji dest dane.

Hêzên DYA’yê bi hinceta li dijî El Qaîdeyê gelek êrîşên hewayî li welatên weke Pakistan û Yemenê pêk anîn. Encamên van êrîşan ji aliyê hukûmeta DYA’yê ve tê meşandin. Lê li gorî agahiyan bi sedan mirovên sivîl hatine qetilkirin.

Ji Partiya Komargir senatorê Kolîforniaya Başûr Lindsey Graham duh bi gel re hate cem hev û aşkere kir: “Me ji wana 4 hezar û 700 kes kuştin” û bal kişand ser balafirên bê mirov ên DYA’yê yên ku dibin sedema kuştina mirovên sivîl.

Graham got: “Em carna bi awayeke bê encam mirovên bê guneh dikujin û ez ji vê yekê nefretê dikim. Lê em di şerekî de ne. Me rayedareke El Qaîdeyê di êrîşeke wiha de kuşt” û bi van daxuyaniyên xwe komkujiyên li dijî sivîlan parast.

Nayê zanîn ka ev hejmara ji aliyê Lindsey Graham ve hate aşkerekirin dispêre kîjan çavkaniyê.  Lê saziyên sivîl ên li DYA’yê li ser êrîşên balafirên bê mirov ên DYA’yê lêkolîn dikin.

Li gorî daneyên Weqfa New America ya ku navenda wê li paytext Washingtonê ye, ji sala 2004 heta niha 350 êrîşên hewayî bi van balafiran pêk hatine û di serdema Barrack Obama de ev êrîş hatine zêdekirin. Li gorî vê derdora 3 hezar û 293 kes jiyana xwe ji dest dane û ji vana  261 an jî 305 sivîl in.

0 WELAT BI KAR TÎNIN

Karanîna WBH’yan her ku diçe li cîhanê belavtir dibe. Di warkê karanîna van wesayîtên hewayî de bazara herî mezin dîsa Rojhilata Navîn e. Welatên di vî warî de li pêş in; DYA, Erebîstana Siûdî, Ûmman, Tirkiye, Îtalya, Malezya, Hindista û Awustralya.

Li gorî raporek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin, li 40 welatan ev balefirên bê mirov ên hewayî tên karanîn û di destê artêşan de hene.