Bajarê Detroît ê DYE îflas kir

Bajarê Detroît ê DYE îflas kir

Bajarê Detroît ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) top avêt. Bajarê Detroît ku weke dergûşa binesaziya otomotîvê ya DYE tê zanîn, dest bi kar û barên îflasê kir. Ev yek di heman demê de weke îflasa herî mezin a dîroka DYE tê nirxandin.

Piştî ku Dadgeha Federal îflasa bajarê Detroîtê erê bike, wê di navbera bi hezaran kesên deynê wan lê ne û rêveberê malî Kevyn Orr ê Waliyê Mîchîganê Rîc Snyder wezîfedar bike de, danûstandin destpê bikin.

Hat hesabkirin ku deynê bajarê herî mezin ê Eyaleta Mîchîganê Dertroît 18.5 milyar dolar e.

Beriya Detroîtê, bajarên DYE New York, Cleveland û Philadelphia ji ber îflasê filitîbûn. Berdevkekî Qesra Spî da xuyakirin ku Serokê DYE Barack Obama rewşê ji nêz ve dişopîne, ji bo bajar ji krîzê rizgar bibe, qet behsa alîkariya aboriyê nekir.

Kargehên li Detroîtê, ku yekane çavkaniya wan a debarê binesaziya otomotîv e, di navbera salên 1941 û 1945'an de tank, balafir û muhîmmat çê kiribûn.

Di roja me ya îro de, yek ji sê paran şêniyên bajêr di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Ji sedî 20'ê şêniyan jî dikarin alîkariya bêkariyê bistînin.