HEVPEYVÎN

‘Armanca me parastina xweza û jîngehê ye’

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arîf Balî, diyar kir ku ji bo parastina jîngeh û xwezayê wan giranî dane xebatên xwe yên çandina daran û semîneran û got, “Armanca me jîngeheke baş û mirovek bi tendûrist avakirine.”

PARASTINA XWEZA Û JÎNGEHÊ

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arif Balî, têkildarî parastina xweza, çandiniya daran û semînerên ku li zanîngeh, peymangeh û li dibistana tê dayîn ji ANF’ê re axivî. Hêjayî gotinê ye ku wê pêngava duyemîn a semîneran heta meha Mijdarê berdewam bike.

DI PÊNGAVA ÇANDINIYA DARAN DE SAZÎ Û DESTEYAN JÎ CIH GIRT

Balî, anî ziman ku ew her sal dest bi pêngava çandiniya daran dikin û wiha got: "Di 1’ê Çileya îsal de me dest bi pêngava çandiniya daran kir. Pêngav di bin dirûşmeya ‘Bibe Hogirê Jîngehê’ bi tevlîbûna sazî û desteyan dest pê kir. Piştî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ev pêngav derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bû. Li dibistan, zanîngeh û peymangehê, her wiha di nava civakê de jî girîngiya darekê ji bo civakekê wê bi rêya semîneran bê şîrove kirin."

Balî, diyar kir ku bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta niha du daristan hatine çandin û got, “Li gundê Siftekê û li Navçeya Çelebiyê daristan hatin çandin. Beriya wê jî daristanek bi destpêka salê li Çelebiyê hat çandin. Ji bo hişmendiya parastina xwezayê xurt bibe jî semîner di vê çarçoveyê de tên dayîn.”

Balî, destnîşan kir ku piştî ku dibistan bi dawî bibin, ew ê li tevahiya komînan semîner bidin û wiha domand, “Di vê wextê de wê bêhtirê semîneran di nava xwendekaran de bê dayîn. Ji ber ku yên ku wê xwezayê biparêzin nifşên nû ne. Ji ber vê yekê jî piştî ku dibistan jî bi dawî bibin wê li komîn û meclîsan semîner bên dayîn.”

Balî di dawiyê de got, “Dema rejîma Baasê, tenê ji bo berjewendiyên xwe xebat dikirin. Kargeh û cihê sinetê di nava malan de çêkirin, ew jî hem bandorê li tendûristiyê dike, hem jî bandorê li hewayê dike.”