Amadekirina derziyên li dijî Ebola wê bi mehan dewam bike

Amadekirina derziyên li dijî Ebola wê bi mehan dewam bike

Vîrûsa Ebola ya li Rojavayê Afrîkayê rê li ber mirina bi hezaran kesî vekir, li welatên rojavayî kêm be jî belav dibe. Herî dawî hat ragihandin ku li DYA hemşîreyek bi nexweşiyê ketiye. Gelek derziyên li hemberî vîrûsê jî, tê payîn ku qonaxa wan a testê bi mehan dewam bike.

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hatin weşandin, hejmara kesên ji ber Ebola jiyana xwe ji dest dane derket 4 hezar 33 kesan. Wezîfedarên tenduristiyê li dijî vîrûsa ku li Lîberya, Sîerra Leone, Gîne û Komara Kongo ya Demokratîk bi 8 hezar kesî ketiye têdikoş in û ew bi xwe jî di bin xeteriyê de ne.

Hat ragihandin ku herî dawî li eyaleta Teksas a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hemşîreyek bi vîrûsê ketiye. Tê lêkolînkirin ku li gel wergirtina ewçend tedbîran jî hemşîreya li nexweşxaneya bi navê Texas Health Presbyterian Hospital'ê çawa bi vîrûsê ketiye. Daîreya Tenduristiyê ya Neteweyî (CDC) û rayedarên nexweşxaneyê difikirin ku hemşîreya mijara gotinê, piştî ku maskeya li ser rûyê xwe ji bo demeke kurt derxistiye, bi nexweşiyê ketiye.

Vîrûsê li gel welatên Rojavayê Afrîkayê, li Spanya û DYA rê li ber mirina 9 kesan vekir. Derziyên li dijî vîrûsê hatine çêkirin jî hînê ne diyare ku bi bandor in yan na. Herî dawî rayedarên Rûs ragihandin ku sê derziyên li dijî Ebola hatine çêkirin di asta testê ne de û wê testa wan di nava çend mehên pêş de biqede û di sala 2015'an de ji bo tedawiyê bên bikaranîn, wê amade bin.

Hatibû ragihandin ku du derziyên ji aliyê WHO ve jî hat amadekirin wê asta wan a testê di mehên Mijdar û Kanûnê de biqede.

VÎrûsa Bola yekemcar di sala 1976'ab de hatibû dîtin ku ji hingî ve bi hezaran kes ji ber vê şewbê jiyana xwe ji dest dan.