Aloziya li Misrê kûr dibe
Aloziya li Misrê kûr dibe
Aloziya li Misrê kûr dibe
Li Misrê di nav alîgirên Serokkomar Mûrsî û muxalifan de pevçûnên dijwar çêbûn û tê ragihandin ku 16 kes hatine kuştin û nêzî 200 kes birîndar bûne.
Li ber Zanîngeha Qahîreyê di navbera ciwanên alîgirên Serokkomarê Misrê Muhammed Mûrsî û komên muxalif de pevçûnan rû da û li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê 16 kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzî 200 kes jîbirîndar bûne. Li gorî Wezareta Tenduristiyê jî di pevçûnan de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û wezaretê der barê birîndaran de agahî neda.
Tê gotin ku pevçûnên di navbera koman de berdewam dikin.