Almanya: Peyama Ocalan gaveke mezin e

Almanya: Peyama Ocalan gaveke mezin e

Wezîrê Derve yê Almanyayê Guido Werterwelle jî derbarê peyama Ocalan de daxuyaniyek da û got: “Peyama Ocalan gaveke mezin e.”

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê rêveberiya Almanyayê ve jî bi erênî hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Derve yê Alman Guido Westerwelle banga Ocalan weke gaveke mezin destnîşan kir û got ku ew qîmetê didin vê bangê.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hate gotin ku ji bo alî bi hev du bawer bin ew vê gavê watedar dibînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ku ev peyam wê ji gelê Kurd yê li tirkiyê dijîn re rêya têkoşîneke qanûnî veke.