Alîgirên Mûrsî piştî nîmêja înê da ketin qadan

Alîgirên Mûrsî piştî nîmêja înê da ketin qadan

Li paytexta Misrê Qahîrê  alîgêrên Muhammed Mûrsî di derketina nimêja înê de meşek li darxistin. Bi hezaran kes beşdarî meşa li dijî  General Abdul Fatah El-Sîsî yê ku li dijî mûrsî derbe pêkanî bûn.

Li Qahîrê û gelek bajarên din yên Misrê protesto hatin lidarxistin. Li Fayûmê çalekgerek bi mermiyê birîndar bû.

Li Nîl Deltasê yên li   Zagazîgê jî di pêvçûnên prodestoyan de çêbûyîn de 4 kes birîndar bûn. Li Îskendîreyeyê û Beheirayê jî çalekî hene.

Bi giştî çalekî di rewşekî bêdeng de derbas bûn. Lê ji 3’ê Tirmehê ta niha di rewşa awate heyî de li Sinaî yê  polîsekî misrê hatiye kuştin.