Şoreşger, fermandar û fîlozofek: Kasim Engîn

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn bi têkoşîna xwe ya 35 salî ya li her qada şoreşê weke şoreşger, fermandar û fîlozofek mohra xwe li dîroka azadiya Tevgera Kurdistanê da.

Milîtanek, fermandar û rêveberê Partiya Karkerên Kurdistanê, di heman demê endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) 27'ê Gulana 2020’ê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de li qada Bradostê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Ji ber ku malbata Nazlikûl di dema avabûna partiyê de xwe gihand partiyê, her wiha ji nava xizmên wî yên nêz şehîd hebûn û hesreta li welêt a ji ber mayina li sirgûnê, Şehîd Kasim di temenê ciwantiyê de PKK nas kir. Ji sala 1985'an û pê ve bi berpirsyarî rabû, dest bi bicihanîna wezîfeyên welatparêziyê kir, sala 1989'an bi rengekî profesyonel bû şoreşgerek û tevlî nava refên PKK'ê bû. 

Li qada Ewropayê tevlî karên ciwanan, çand û hunerê, dîplomasiyê û gel bû. Hevrê Kasim ji aliyê her kesên ku ew nas dikir dihate hezkirin û bû hevalek ku timî bal li ser wî bû. Di sala 1990'î de ji bo xwe bi rastiya gelê Kurdistanê re bike yek, ji bo derbasî qada Rojhilata Navîn bibe ya Rêber Apo lê bû, israr kir û di vê israra xwe de jî bi ser ket.

WARÊ JÊ SIRGÛN BÛBÛN, WEKE ŞOREŞGER Û FERMANDAR LÊ VEGERIYA

Di sala 1990'î de tevî komek ji gerîlayan re derbasî qada Lubnanê bû ku Akademiya Mahsûm Korkmaz lê bû. Şehîd Kasim Engîn di dewreya perwerdeyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve nas kir, rastiya gelê Kurdistanê têgihîşt û ji bo tecrûbeya destpêkê ya gerîla, ber bi Eyaleta Başûrê rojava ve hate şandin. Şehîd Kasim ku di temenê biçûk de ji welat qut bû, piştî bi salan weke fermandarekî gerîla vegeriya herêma ku lê mezin bû. 

JI MÎRATEYA HEVRÊYÊN XWE, XWE AFIRAND

Şehîd Kasim di sala 1994'an de çû qada Rêbertî û piştî ku li wir dewreyeke perwerdeyê dît, vê carê ber bi dilê Kurdistanê ber bi Botanê ve meşiya. Demeke dirêj li vê derê di asta fermandariyê de kar kir, derbên giran li dijmin xist, bû milîtanê mezin ku xwedî li mîrateya Besê Anûş û Mûsafa Yondem derket, her wiha kûrahiya hevrêtiya Engîn Sîncer û Nûcanan xwe afirand, pratîkên girîng nîşan da û derbasî Başûrê Kurdistanê bû. 

GERÎLA DA NASÎN

Şehîd Kasim li Başûrê Kurdistanê jî li herêmên Behdînan, Bradost û Qendîlê kar kir, demeke dirêj berpirsyariya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê kir. Di vê demê de li welêt û cîhanê propagandayeke xurt a gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê kir, ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîla li tevahiya cîhanê bi rengekî rast bên fêhmkirin kedeke mezin da û encamên mezin bi dest xist. 

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî Şehîd Kasim Engîn ev peyam dabû:

“Hevrê Kasim di têkoşîna xwe ya 35 salan de ji bo ku bibe milîtanekî rastîn ê Rêber Apo şev û roj dixebitî, li ser esasê paradîgmaya Rêbertî şev û roj xwe perwerde dikir. Hevrê Kasim dizanî ku tevlîbûna nav PKK’ê tê wateya tevlêbûna Rêbertî û ev jî tê wateya mirov li ser fikrên Rêber Apo be û wî perspektîfa Rêber Apop ‘Heqîqet yekpare ye’ dikir esas.”

Nêrînên Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn li ser hevkarî û dijminahiya PDK’ê ya li tevger û şoreşên Kurdî vê dibêje:

DIJMINÊ ŞOREŞA ROJAVA YE

“Herî dawî PDK li Kurdistanê carek din rolek çawa neyînî dileyze me di helwesta dijî şoreşa Rojava dît. Dîsa dema şoreşa Rojava ber bi qonaxek nû ve çû jî me carek din ev yek dît. Nemaze daxuniya dijî Kantonên ku li Rojava hatin îlankirin berçavane. Em kûr û dûr neçin, ev helwesta bi tenê gotinek em kanin diyar bikin: ne helwestek netewî ye. Helwestek dijî netewbûyînê ye û heman demê parçekirina siyaseta Kurd di nav qada navneteweyî deye.

Wekî din jî em bala xwe bidin, PDK wek hat gotin tenê li dijî berjewendiyên gelê Kurdistan dernakeve, heman demê di nav qada navneteweyî û qada seranserî Kurdistanê de teşhîra Kantonan dike. 

KURDISTANÊ MILKÊ XWE DIBÎNE, DERVEYÎ XWE KESÎ QEBÛL NAKE

KDP; Kurdistan, rastî jî milke xwe dibîne. Li gorî KDP'ê divê li seranserê Kurdistanê ti rêxistinên li derveyî KDP nebin. Bi vê helwesta neyînî raboriya xwe tijiye. Çawa şoreşgerên Rojhilatê Kurdistaê parçe kir û xwe li ser van ferz kir, heman tişt li Bakurê Kurdistan li ser şoreşgerên Bakurê Kurdistanê weke Dr. Şivan, Sait Elçî meşand. Ew parçe kir, piştre jî rexistinên van kirin destên xwe. 

Bi kurt û kurmancî KDP di dîroka nêz a Kurdistanê de rolek pir erenî nelîstiye û muxabin hê jî nalîze. Îro jî hê li ku derê tevgerek Kurdî resen derketiye, xwestiye bitepîsine, xwestiye bi xwe ve girê bide. Xwestiye bi pere û çav tirsandinê bedeng bike. Em qet dûr neçin, niha îro li Başûrê Kurdistanê kîjan tevger ango partî dikare li Behdînanê bi rehetî tevbigere? Kîjan rêxistin dikare xwe birexistin bike?

Şoreşa li Rojava heman deme tê wateya ku serweriya KDP ne tenê li Rojava têk biçe, heman demê li seranserê Kurdistanê, monopolo ser bingeha peran hilweşe. Em eşkere dibêjin kî/ê li dijî şoreşa Kurdistanê derbikeve wê dawiya xwe bîne."