Şoreşa Ziman: Kovara Hawar

Mamosteyê KURDÎ-DER ê Şaxê Wanê Mûhammed Sidik Eraslan bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî bal kişand ser xeteriya ku nifşê nû bi rengekî pişaftî radibin û bang li malbatan kir, zarokên xwe bi zimanê dayikê mezin bikin.

Kovara Hawar di 15’ê Gulana 1932’an de ji aliyê rewşenbîr û zimanzanê Kurd Celadet Elî Bedirxan û hevrêyên wî ve weke banga hawara Kurd a ziman li Şamê hate derxistin. Roja derketina hejmara yekemîn a kovarê; 15'ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî hatiye binavkirin û tê pîrozkirin.

Di 15’ê Gulana 1932’an de ziman û çanda gelê Kurd di bin pişaftin û zextên gelek giran de bûn. Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî kesên wek Kamûran Bedirxan, Qedrîcan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Nûredîn Zaza bi Kovara Hawarê xwe gihandin hawara Kurd. Ji ber xebatên giranbuha destpêka weşana Kovara Hawar weke Roja Cejna Zimanê Kurdî hate pejirandin û li seran serî Kurdistanê 15’ê Gulanê tê pîroz kirin.

HAWARA KURDÎ; HAWAR

Hawara zanîn û têkoşîna zimanê Kurdî, Kovara Hawar di sala 1932’an de heta 1943’an de 11 salan weşana xwe domand û bi 57 hejmaran bi wêjeya Kurdî wek koleksiyoneke bêhempa cihê xwe girtiye. Di heman demê de yekemîn kovar e ku bi awayekî sîstematîk û domker weşana xwe bi tîpên latînî kiriye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15'ê Gulana 1932'an de derket û heta 15'ê Tebaxa 1943'an 57 hejmar derketine. Cihê xebat û weşandina kovarê paytexta Sûriyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovareke polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşangeriya Kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê Kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi Kurdî, ji edebiyata Kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Celadet di hejmara pêşî û di rêzên pêşî yên kovarê de wiha dibêje: "Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ku ziman şerta heyînê ya pêşîn e."

LIGEL KURDÎ RÛPELÊN FRENSÎ Û EREBÎ

Her wiha ligel Kurdî di her hejmarekî de 3-4 rûpelên Frensî jî hebûn. Heta hejmara 23'an nivîsên Kurdî yê kovarê bi alfabeyên latînî û Erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni dihat weşandin. Naveroka hemû hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşî de zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamûran Elî Bedirxan ku êdî ew jî wê çaxê hatibû Lubnanê derdiketin. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî tevlî wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn da di wêjeya Kurdî de bûn kesên navdar.

'ZIMAN NEYNÎKA ÇANDA GELAN E'

Mamosteyê KURDÎ-DER ê Şaxê Wanê Mûhammed Sidik Eraslan li ser zext, rewşa û xebata Zimanê Kurdî ji ANF’ê re axivî. Eraslan diyar kir ku ziman ji bo civakê weke av û nan pêwîste û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Sereke tişta civakê dike civak an jî gelekî dike gel ziman e. Ziman sereke amûrek bingehîn a ragihandinê ye. Ziman weke neynîka çanda gelekê ye. Dema ku em li Bakurê Kurdistanê dinerin em rastî zext û zordariya li ser ziman tên. Dema ku mirov bixwaze gelekî ji holê rake, qedexekirina ziman karekî herî encamgir e. Wekî tişta îro li Bakur diqewime. Ji xwe dema avakirina di destûra bingehîn de jî ji derveyî Zimanê Tirkî, ti ziman nayê pejirandin. Ji xwe jiyana rojan e û danûstandin tev bi Tirkî ye. Dewlet ango hêzên dagirker bi ti awayî destûra zimanê dayikê nade. Herî dawî hemû saziyên ji bo lêkolîn û pêşvebirina ziman bi biryarnameyan hatin girtin. Dîsa dibistanên azad ên di bin sêwanên şaredariyan de hatin avakirin tev hatin girtin. Li Bakur tenê saziya li ser ziman xebat dike, tenê dibin sêwana zanînghean Enstîtuyên Zimanên Zîndewar in. Di nava xwe de jî tê xuyakirin ku bi çi îroniyê hatine avakirin. Li Kurdistanê zextên li ser ziman di asta herî jor de ye û ev zext jî bandorek mezin li ser gel dike."

'XWESTIN PÊŞIYA ZIMAN BIGIRIN'

Eraslan li ser xebatên ziman jî rawestiya û got: "Li Bakur gelek saziyên ji bo pêşvberina ziman dixebitÎn hebûn. Tev ji aliyê dewletê ve hatin girtin. Di van saziyên me de xebatek gelek baş û xurt dihat meşandin. Her wiha li ser wêje, dîrok, rêzimana Kurdî û hwd. xebat dihatin meşadin. Dewletê xwest bi girtina van saziyan pêşî li Zimanê Kurdî bigirin û xebata saziyan têk bibe."

'JI BER HIŞMENDIYA YEK NETEWE ZIMAN TÊ KUŞTIN'

Eraslan di dîrokê de rewşa Zimanê Kurdî jî nirxandin û wiha pê de çû: "Sîstemê di zanîngeha de Zimanê Kurdî xistiye di nava komên 'Zimanên Zîndewar' de. Ev zimanên zîndewar jî tenê tiştekê tîne hişê mirovan ziman ber bi mirinê ve diçe lê belê hîna nemiriye û civak dide jiyîn. Li Kurdistanê demeke dirêje Kurd dibin kontora Ereb, Tirk û Farisan de ne. Ev rewş her dem bandorek nerênî li ser ziman dike. Ji ber ku Kurdan ji ber dagirkeriyê nekariye sîstema xwe ya perwerdehiyê ava bike. Ev jî dibe sedama berhem bi Kurdî pir kêm hatine dayîn. Berhemên niha em digirin jî, berhemên Baba Tahirê Uryanî ne. Ev jî te qebûlî sedsala 11 dike. Beriya sedsala 11 de berhemên ku em bejin bi Kurdîn e di destê me de tineye. Piştî vê heta Komra Tirkiyê ava bû jî li Bakur berhemên Kurdiya klasîk hatine dayîn. Her wiha ji ber hişmendiya yek netew, yek al û yek ziman hemû riyên ziman hatin qutkirin. Berhemên tên dayîn jî ji derveyî welat têne dayîn. Çima qala berheman dikim? Ji ber ku pevçûn û geşedanên zimanekê bi herhemên ji wî zimanî tê xuyakirin. Ziman çiqas azad be, ji aliye çiqas mirovan Kurmancî û Kirmanckî em nikarin van tiştan bibêjin. Li ber mirinê ve çûyîn jî raste rast ev e."

'ZAROK TÊN PIŞAFTIN'

Eraslan li ser pêşketina Zimanê Kurdî jî axivî û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Nifşa me weke nifşa dawî ye. Zimanê dayikê ji dayikê hin bûn e. Piştî Komara Tirkiyê ava bûye jî li Kurdistan û Tirkiyeyê perwerdehiyek micîd tine bû. Nifşê beriya me yên temenê wan 50 sal zêdetir, piraniya xwe bê perwerdehî man û kêm hatin pişaftin. Vê nifşê bi zimanê xwe zarokên xwe fêr kirin. Lê mixabin îro nifşa heye zarokên xwe bi perweredehiyê ango bi pişaftinê mezin dikin. Destpêkê zarok dibin navê kreş, dibistanên pêş dibistan û malên xwedî kirinê bi zimanê Tirkî tên pişaftin kirin. Ji ber gelê Kurd vê xeteriyê nabîne ew jî vê pişaftinê qebûl dikin. Dibin navê perwerdehiyê de ev rewş her ku diçe li herêmê rewa dibe. Ji bo parastina ziman destpêkê çi dibe bila bibe divê gelê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê baxife. Ji bo pêşketina ziman divê her kes li kuçe, mal û cihê xwe bikeve nava liv û tevgerê. Bi vê boneyê ez 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li her kesî piroz dikim."