'Şeqam' li bin guhê komkujiyan dikeve

Şanoya kolanan 'Şeqam' ku ji aliyê komek ji şanogeran ve ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin hate destpêkirin, li gelek cihan tê nîşandan.

Komek ji şanogeran, ku bi dirûşma "Ya em ê di nava dîrokê de bi rolekê rabin, ya jî em ê hema wisa bijîn" bi rê ketin û li gund û kolanan derdikevin pêşberî gel, hewl didin bi rêya hunerê bersivê bidin komkujiyên li Kurdistanê tên kirin. Bi vê armancê lîstikek bi navê 'Şeqam' pêşkêş dikin.

Nivîskarê şanoya 'Şeqam' anî ziman, ku ew bi taybetî navê xwe eşkere nakin û diyar kir, ya girîng ew e ku mebesta vê şanoyê bê fêhmkirin. Nivîskar û derhênerê lîstikê yên navê xwe eşkere nekirin, li ser lîstikê ji ANF'ê re axivîn.

KOMKUJÎ Û BERXWEDANÊN MEZIN

Nivîskarê lîstikê bal kişand ser berxwedana li qadên xwerêveberiyê yên Sûr, Nisêbîn, Silopiya û Cizîrê û destnîşan kir, ku bi rol û gotinên di lîstikê de li ser vê berxwedanê nîşan didin, mîna şeqamekê li hişê temaşekeran dikeve. Nivîskar diyar kir, ew dixwazin wijdanê civakî bixin nava tevgerê û got, "Li jêrzemînên Cizîrê, li Sûr û Nisêbînê tevî berxwedaneke mezin, her wiha komkujiyên ku me nekarî pêşî lê bigirin, hate kirin. Dibe ku weke gel em di wê demê de kêm man, lê belê wexta me ji bo girtina şînê nîne! Ya girîng ew e ku mirov di her kêliyê de li ser piyan bin û şoreşê bijîn. Ez qala wê nakim ku mirov bibin parçeyek ji şoreşê. Ez dibêjim, li malê, li kar, li her keliya jiyanê mirov şoreşê bijîn û veguherin şoreşê. Baş e, em ê çawa xwe veguherînin şoreşê? Bi xwedîderketina li çand, ziman û zîhniyeta xwe. Weke komek ji şanogeran, me jî xwest bi erka xwe rabin û me lîstikeke bi vî rengî derxist holê. Navê lîstika me Şeqam e. Bi rêya vê lîstikê, me ew şeqam di destpêkê de li xwe xist, piştre jî li bin guhê ew kesên li pêşberî komkujiyan bêdeng man e xistin. Armanca me ne ew e ku ders bidin gel. Em tenê dixwazin hişyar bikin. Gotinek bi Kurdî heye, dibêje 'Eger em taştê bin, hûn jî firavîn in'. Ya ku em dixwazin qalê bikin, ev e. Me hewl da bi helbestê balê bikişînin ser vê, lê ne bi zimanekî nerm. Ji ber ku di demeke bi vî rengî zor û zehmet de bikaranîna zimanekî nerm, nabe bersiv."

Di lîstikê de qadên xwerêveberiyê yên Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Cizîr weke karakterekî hatine lîstin û ji Dayika Taybet a cenazeyê wê bi rojan li naverastê hate hiştin, heta berxwedana zarokekî biçûk ê kevir davêje, bêyî ajîtasyonê pêşkêşî temaşekeran tê kirin.

YA GIRÎNG NE NAV E, NAVEROK E

Lîstik heta niha gelek caran li kolanên Êlihê hate nîşandan. Taybetmendiyeke din a vê lîstikê ew e, ku lîstikvan navên xwe eşkere nakin.

Derhênerê lîstikê got, "Ya girîng nav nîne. Ya girîng ew e ku tişta em dixwazin balê bikişînin ser were fêhmkirin e" û wiha dewam kir: "Dibe ku sibe hinek rabin, bêyî dayina nav tiştekî wiha bikin.

Me bi vî rengî li 6 tax û gelek gundên Êlihê lîstika xwe pêşkêş kir. Cihê ku em ê biçin, em ji nişka ve tespît dikin. Em li mînîbusê siwar dibin û piştî gerekê dibêjin ev der li me tê, dadikevin û di nava 20 deqeyan de lîstika xwe pêşkêş dikin û ji wir diçin. Ji aliyê ewlekariyê ve jî ev rêbaz gelekî baş e. Heta ku îxbarek bê kirin, em zûdeyî lîstika xwe diqedînin û diçin."

EGER PIŞTÎ LÎSTÎKÊ MIROVEKÎ TENÊ JÎ LI XWE BIPIRSE, EV YEK SERKETIN E JI BO LÎSTIKÊ!

Derhêner mînake da û anî ziman, ku berî çend rojan ciwanekî ku wan bi tesadûfî li ber deriyê mala wan lîstibûn hate cem wî û jê re gotiye, "Keko, min li lîstika we temaşe kir û min gelekî eciband." Derhêner wiha dewam kir: "Min jî spasiya wî kir û piştre min jê re got, ku dixwazim pirsekê jê bikim. Min jê pirsî 'Komeke şano hate ber deriyê mala we û xwest ji we re qala tiştekî bike. Te çi jê fêhm kir. Wî ciwanî, ku hê navê lîstikê nizanîbû got, 'Mîna ku Şeqamek li min dan. Ji ber ku em bi berpirsyariya xwe ranebûn. Êvarê dema bi malbata xwe re min xwarin dixwar, em li ser vê axivîn. Bi şev berî razanê jî dîsa ev lîstik hate bîar min. Ji aliyê wijdanî ve min li rewşa xwe pirsî'. Min jî wê çaxê got, 'lîstik gihîştiye armanca xwe'. Eger kesekî bi tenê jî piştî lîstikê li xwe bipirse, ev yek destketî ye."