Şanoya Bajêr a Amedê bi 'Qirix' dest bi gera Ewropayê dike

Şanoya Bajêr a Amedê, bi lîstika xwe ya bi navê 'Qirix' wê li 4 welatên Ewropayê derkeve pêşberî şanohezan.

Şanoya Bajêr a Amedê, piştî ku Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi destê qeyûm hate girtin, Sibata îsal ava bû. Şanoyê, çanda Qirirx a Amedê kir lîstikeke şano û pêşkêş kir. Lîstik ji karîkaturên Dogan Guzel hatiye amadekirin.

Derhêneriya lîstika ku ji 19 karîkaturan pêk tê, ji aliyê Kemal Gokhan Gurses ve tê kirin. Di lîstikê de Keko, Kuto û Çeto, her wiha gelek karakterên alîkar jî hene. Lîstika ji çand, rewşa polîtîk, ziman û henekê Qirix pêk tê. Heta niha li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye nîşandan û gelekî bal kişandiye.

Qirix niha jî li çar welatên Ewropayê dest bi gerê dike. Lîstika destpêkê wê sibe li paytexta Elmanya Berlînê be. Bi dorê wê li gelek bajaran were nîşandan.

'EM DIXWAZIN DERKEVIN PÊŞBERÎ GELÊ XWE YÊ LI EWROPAYÊ'

Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar anî ziman, ku bi qeyûm re mîna beşên din ên hunerê, şanoyê jî debeke giran xwar û got, "Lê belê tevî zext, zordarî û astengiyan jî em karê xwe bê navber didomînin. Em weke şanoyeke taybet ku her hefte rojên În, Şemî û Yekşemê derdikevin ser dikê, dixebitin."

Berfîn Emektar bi bîr xist, ku Qirix çandeke Amedê ye, Dogan Guzel jî ev bi her kesî daye hezkirin û wiha dewam kir: "Fikrê amadekirina lîstika şano li ser Qirix, nêrîna derhêner Kemal Gokhan Gurses e. Heta nih ame li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê lîst. Bi baldarî hate temaşekirin. Qirix karakterekî ku weke karîkatur jê dihate hezkirin. Eleqeyeke bi heman rengî ji bo lîstika me jî çêbû. Em heta niha 35-40 caran derketin ser dikê. Bi baldarî lê hate temaşekirin."

Berfîn Emektar diyar kir, ku ew li bendê ne heman eleqe li Ewropayê jî bê nîşandan û got, "Ji 1 heta 20'ê Îlonê em ê li Ewropayê bigerin. Em ê ji Berlînê dest pê bikin û li Lîege biqedînin. Wê bi qasî 10 lîstik bin. Em dixwazin li Ewropayê derkevin pêşberî temaşeker û gelê xwe. Armanca herî mezin a vê tûrneyê ev e. Di vê tûrneyê de li gel Qirix wê lîstika bi navê Dawiya Dawî jî were nîşandan. Du lîstik wê li pey hev bên lîstin. Em li bendê ne ku gelê me yê li Ewropayê bê li me temaşe bike."

QIRIX WÊ LI 4 WELATÊN EWROPAYÊ BÊ NÎŞANDAN

Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê ya li Ewropayê wiha ye:

Berlîn
Dem: 1-3'ê Îlonê
Cih: Şanoya Kevn, Jakobstrase 12, 10969
Saet: 20:00

Hambûrg
Dem: 2'ê Îlonê
Cihê: Mut! Theater,  Amandastr.58, 20357
Saet: 20:00

Dortmûnd:
Dem: 6'ê Îlonê
Cih: Depot Immermannstr. 29, 44147
Saet: 19:30

Essen
Dem: 7'ê Îlonê
Cih: Katakomben-Theater Im Gırardet Haus Girardetstrase 2-38, 45131
Saet: 19:30

Koln
Dem: 8'ê Îlonê
Cih: Alte Feurwache Melchiorstrase 3, 50670
Saet: 19:30

Parîs
Dem: 10'ê Îlonê
Cih: 174. Avenue Henri Barbusse 93700 Drancy
Saet: 20:00

Marsîlya
Dem: 12'ê Îlonê
Cih: Navenda Civaka demokratîk a Kurd li Marsîlya - 31 33
Boulevard Burel 13014
Saet: 19:30

Amsterdam
Dem: 16'ê Îlonê
Cih: Podium Mozalek. Bos en Lommerweg 191, 1055 DT
Saet: 21:00

Lîege
Dem: 18'ê Îlonê
Cih: Komeleya Lîege. Rue de Potro 193, 4020
Saet: 17:00