Şanoya Bajarê Amedê dest bi gera Ewropayê dike
Şanoya Bajarê Amedê, wê lîstikên xwe yên bi navê Qirix û Dawiya Dawî, di navbera 1-19'ê Îlonê de li 9 bajarên Ewropayê pêşkêş bike.
Şanoya Bajarê Amedê, wê lîstikên xwe yên bi navê Qirix û Dawiya Dawî, di navbera 1-19'ê Îlonê de li 9 bajarên Ewropayê pêşkêş bike.
Lîstikvana Şanoya Bajarê Amedê Elvan Koçer li ser mijarê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û got, "Di navbera 1-19'ê Îlonê de em ê bi lîstikên xwe yên bi navê Qirix û Dawiya Dawî dest bi gera Ewropayê bikin. Em li benda mirovan e ku li Hollanda, Elmanya, Belçîka û Fransayê bên li me temaşe bikin."
Li gorî agahiyên ku Koçer da, bernameya gera koma şano ya bajarê Amedê wiha ye:
Berlîn: 1 û 3'ê Îlonê. Saet 20.00, Tiyatrom Eskî Jakobstrase 12, 10969
Hambûrg: 2'ê Îlonê. Saet: 20:00, Mut! Theater, Amandastr.58, 20357
Dortmûnd: 6'ê Îlonê. Saet: 19:30, Depot Immermannstr. 29, 44147
Essen: 7'ê Îlonê. Saet: 19:30: Katakomben-Theater Im Gırardet Haus Girardetstrase 2-38, 45131
Koln: 8'ê Îlonê. Saet: 19:30, Alte Feurwache Melchiorstrase 3, 50670
Parîs: 10'ê Îlonê. Saet: 20:00:, 174. Avenue Henri Barbusse 93700 Drancy
Marsîlya: 12'ê Îlonê. Saet: 19:30, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê - 31 33 Boulevard Burel 13014
Amsterdam: 16'ê Îlonê. Saet: 21:00, Podium Mozalek. Bos en Lommerweg 191, 1055 DT
Lîege: 18'ê Îlonê. Saet: 17:00, Komeleya Lîege, Rue de Potro 193, 4020