'Şagirtan hestê xwe bi wêneyan nîşan dan'

Di pêşangeha wêneyan de ya li herêma Firatê şagirtan hestên xwe bi wêneyan nîşan dan.

Pêşangeha Wênekêşiyê ya 4'emîn a li herêma Firatê bi dirûşma 'Em çiqasî cihêreng jî bin li ser tabloya welat dibin yek reng' di 1'ê Cotmehê de pêk hat.

Li ser çanda Kurdî, gerîla û xwezayê 54 tablo di pêşangehê de hatin nîşandan. Beşdarên pêşangehê ji ANF'ê re axivîn.

Mamoste û rêvebera beşa wêneyê ya çand û hunerê ya Baqî Xidor Norhan Cimo diyar kir ku her şagirtî bi rengê xwe hestên xwe anîn ziman û got, "Em di nava pir neteweyan de ne. Ango neteweya demokratîk. Her netewe bi rengê xwe, bi hunera xwe xwe îfade dike. Em bi hev re dibin yek ruh, yek dil, yek reng. Ev pêşangeha me ya 4'emîn jî ku di nava xwe de 54 tabloyan dihewîne, her tablo hestên şagirtan nîşan dide."

Wênesaz Cîhan Şahîn qala tabloya xwe kir ku tê de YPJ, Ferhad Dêrik û cil û bergên Kurdî neqişand û got, "Sê sal in li beşa wênekêşiyê tevlî perwerdeyê û beşdarî pêşangehê dibim. Tablo bi giranî li ser çand û civaka me ye. Berhema min 3 tablo ye. Şehîd Ferhad Dêrik ku bênavber têkoşiya, şehadeta wî bandoreke bêhempa li min kir. Min xwest ez wî neqiş bikim û bi bîr bînim."

Cîhan Şahîn bal kişand ser berxwedana YPJ'ê ya li hemberî DAÎŞ'ê û got, wê xwest bi wêneyê xwe vê berxwedanê silav bike.

Wênekêş Sîham Mistefa jî anî ziman ku cara duyemîn e tevlî pêşangehê dibe û got, "Piştî ku min beşa wênexêziyê li peymangehê qedand, min berê xwe da Çand û Hunera Baqî Xido. min du tablo amade kir û di her tabloyekê de qala çîrokekê kir. Tabloya min a destpêkê li ser muzîkê, ya din jî li ser çanda Kurdî ya kevnare ye."