Çîrokên Serhedê hatin berhevkirin

Komek ji rojnamevanên ji Wanê mohra xwe danî binê projeya bi navê 'Çîrokên Serhedê'. Karê ku destpêkê bi dîmenan hate kirin, bû pirtûkê.

Çîrokên Serhedê weke projeyeke Komeleya Medya, Jin û Ekolojiyê di Hezîrana 2023'an de bi piştgiriya Bernameya Fikrê Sivîl a Yekîtiya Ewropayê destpê kir. Proje li Wanê pêk hat. Komek ku ji zarokatiyê ve bala xwe li ser çîrokan e, li çîrokbêjên li herêmên cuda guhdarî kir û çîrok qeyd kir. Ji bo çîrok neyên jibîrkirin û tevkariyê li çandê bike, destpêkê weke dîmen hate amadekirin û piştre jî bû pirtûk. Armanca bingehîn a ji Çîrokên Serhedê ew bû ku çîrokên li ber windabûnê ne bêne parastin û çand bê dewamkirin.

Yek ji endamên koma kar a Çîrokên Serhedê rojnamevan Zelal Sahîdenûr Sarî ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku proje wê dewam bike û ji herêmên din re bûye mînak. Sarî got, "Ji bo Çîrokên Serhedê ji bîr nebin me qeyd kir. Weşandina vê yekê jî ji bo vî fikrê me gaveke girîng bû. Me xwest hem çanda xwe, hem çîrokên xwe qeyd bikin."

Sarî anî ziman ku bi rojnamevanên ji Wanê Yeşîm Karaagar û Zafer Avaç re timî qala çîrokan dikir û fikrê li ser vî karî jî di dema sohbetên li ser çîrokan derkete holê. Sarî got, "Li Westan, Erdîş, Şax, Payîzava û Elbakê me ji sê jin û du mêran li çîrokan guhdarî kir û qeyd kir. Bi rêya dostên xwe me xwe gihand van çîrokbêjan. Çîrokên me lê guhdarî kir çîrokên welê bûn ku bala her mirovekî dikişand ên bi Kurdî zanin. Di nava wan de çîroka herî zêde tê naskirin jî ya Xanê Lepzerîn e, me ji Apê Tahîr ê ji Elbakê li vê çîrokê guhdarî kir. Çîrokên ku me qeyda wan kir, daxwaza me ya taybet nebû. Mîna rojên berê me dîwan danîn û me ji çîrokbêjan xwest ku em dixwazin guh bidin çîrokên wan."

Ji bo pirsa 'Herî zêde kîjan çîrokê bandor li we kir?' Sarî got, "Çîroka 'Rovî û Pîrê' li navçeya Şaxê me ji Xaltîka Muhteber guhdarî kir. Ev çîrok çîroka zarokatiya min bû. Di vê çîrokê de zordariya hevtemenan û encamên wê bi zimanekî ku dersê dide, tê vegotin. Di çîrokên din de jî dersên bi heman rengî û çîrokên efsanewî hene."

Sarî got, "Me çîrokên bi Kurdî û çîroka xwe kirin yek" û qala pêvajoya çapkirina pirtûkê kir: "Me pirtûkek ji 5 çîrokan weşand. Dostê me wênevan Şîrîn Çelîk wêneyê van çîrokan ji me re amade kir. Ji ber ku li herêmên me guh dan çîrokan cudahiya devokan hebû, me piştgirî ji dostên xwe yên nivîskar jî wergirt û dawiya dawî ji bo bibe karekî profesyonel em di bin sîwana Weşanxaneya Sîtav de li hev kom bûn û me pirtûka xwe çap kir. Pirtûka me ji bo qezenceke madî nîne. Di serî de nîşandan me pirtûka xwe bêpere li gelek saziyan belav kir. Ji ber ku maliyeta çapkirinê ya li Tirkiyeyê zêde bû me kêm pirtûk çap kir."

Sarî diyar kir ku karê Çîrokên Serhedê wê dewam bike û got, "Ji ber ku me gelekî hez ji karê xwe kir. Karê bi heman rengî dibe ku beriya niha hatibe kirin, lê belê me tişta ku nehatibû qeydkirin qeyd kir, li çavkaniya çîrokê yanî li gundan me li çîrokan guhdarî kir. Ji bo me cihê serbilindiyê ye ku ev kar ji bo herêmên cuda bûye mînak. Dawiya dawî me xizmet ji armanceke hevpar, ji dewamkirina çandê re kir."