Çanda Kurd li Essenê bi kermesê hate nasandin

Komeleya Çanda Mezopotamyayê ya li Essenê kermesek lidar xist û çanda Kurd da nasandin. Kermesê gelekî bal kişand.

Li Kermesê, berhemên ji her herêma Mezopotamyayê ji bo piştevaniyê hatin firotin.

Ji bo gelên hatin serdana Kermesê jî qala çanda Kurd û dîroka Kurdistanê hate kirin.

Di roja yekemîn de, ji ber rewşa hewayê nebaş bû, tevlîbûn kêm bû. Lê rojên Şemî û Yekşemê, gelek kes li kermesa li hewşa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan.

Di beşa roja Yekşemê ya Kermesê de Hozan Welat û Hozan Zozan derketin ser dikê.

Kermes danê êvarê bi gerandina govendê qediya.