'Çanda dengbêjiyê parastina dîroka kevnar a gelê Kurd e' 

Gerîlayê HPG’ê Bengîn Barman li çiyayên Kurdistanê bi awaza xwe çanda dengêbêjiyê diparêze. Hem dibêje hem jî dîroka gelê Kurd zindî dike.

Dîroka gelê Kurd dîrokek pir kevnar û dewlemend e. Li hember êrîşên dagirkerî û qirkirinê gelê Kurd her tim li ber xwe daye û parastiye. Di serdema niha de êrişên giran lê tên kirin, lê belê heta niha jî wek çîrokên kevnar dîroka gelê Kurd zindî dihêle. Bi taybetî di nava gerîlayên HPG û YJA Starê de klamên dengbêjiyê xwedî cîhekî pir girîng e. Ji ber vê yekê pir tên gotin û guhdarîkirin.

'GELÊ KURD HER TIM LI BER XWE DA Û ÇANDA XWE PARAST'

Gerîlayê HPG’ê Bengîn Barman hem klamên dengbêjiyê dibêje hem jî gelekî ji guhdarîkirina wan klaman hez dike. Gerîla Bengin dibêje; "Gelê Kurd xwedî dîrokeke pir kevnar û dewlemend e, lê ev dîrok her tim ji aliye dagirkeriyê ve hatiye tine kirin. Lê belê gelê Kurd jî bi berxwedanê bersiv da vê yekê."

Gerîla Bengîn bi dewamî got, "Heta roja îro pergala dewletê gelek zordarî li gelê Kurd kir da ku karibe çanda Kurdayetî lewaz bike û tine bike. Li dijî vê yekê gelê Kurd her tim di nava berxwedanê de çanda xwe parastiye û çanda xwezayî ji xwe re esas girtine. Ev berxwedanî bi gelek aliyan ve hatiye meşandin, yek ji wan şêwazan jî çanda dengbêjî ye. Bi rêya hunerê xwestine jiyana xwe ya kevnar bi nifşê nû re parve bikin, ji ber vê yeke xwedan cîhekî girîng e."

'DIVÊ CIWAN ÇANDA DENGBÊJIYÊ RAST FÊHM BIKIN Û LÊ GUHDARÎ BIKIN'

Gerîla Bengîn di nava hevalên xwe de jî her tim stranên dengbêjî dibêje û bi rêya van destan û çîrokên kevnar kêfa wî tê. Gerîla Bengîn got, "Ez bi bavê xwe re diçûm şivantiyê û wiha fêrî stranên dengbêjiyê bûm."

Gerîlayê HPG’ê Bengîn got, "Dema ku mirov li dengbêjiyê guhdarî dikin, mirov dikeve kûrahiya dîroka gelê Kurd û ev jî kêfa mirovan tîne. Ji ber ku dîroka me gelekî dewlemend e. Bi taybetî dema ku kal û pîrên me klaman dibêjin, ev yek bandoriyek mezin li ser me çêdike ji ber ku dîroka me her tim zindî dihêle. Em di nava van rastiyan de dijîn, dema ku stranên dengbêjî tê gotin dûbare dûbare vedigerin dîroka xwe. Divê ciwanên Kurd di serdema niha de hişyar bin, lewra dijmin ji gelek aliyan ve êrîşê gelê Kurd dike bi taybet jî ciwanan dike. Armanca êrîşên xwe ji ber ku ciwan, hêza dinamik ya civakê ne û dihêlin ku civak li ser piya bimîne ango zindîbûna xwe biparêze ji ber vê dijmin hewl dide destpêkê ciwanan bixe. Bêguman şêwazê êrîşkirina wan jî cur be cur e. Bi taybetî ji aliyê hunerê ve êrişên giran dikin. Dijmin hewl dide ku di nava civakê de arebeskê, pop û hwd. belav bike. Bi rêya rêzefîlman û fîlman dixwaze bala ciwanan ji çanda Kurdayetî dûr bixin. Dixwazin ku ciwanên Kurd li ser rastiya civaka xwe û exlaqa xwe nefikirin û jê dûr bikevin. Banga me li ciwanên Kurd ew e ku hîn zêdetir çanda Kurd, hûnera Kurd bi taybetî di warê dengbêjî de rast fêhm bikin û guhdarî bikin. Dijmin dixwaze me bixe, em jî divê neyên lêyîstokên wan. Divê em bizanibin ku tişta ku dijmin bide me tine ye ji ber vê yekê divê şerê taybet baş bê fêhmkirin. Her gaveke dijmin û helwesta wan ji bo xistina gelê Kurd e. Em dibînin ku di roja îro de çanda dengbêjiyê ji bo gelê Kurd pir xerîb e, ji ber vê yekê bangawaziya me ew e ku xwedî li çanda xwe derbikevin."