80 salî ye, hildikişe çiyayê Everest'ê
80 salî ye, hildikişe çiyayê Everest'ê
80 salî ye, hildikişe çiyayê Everest'ê
Welatiyê Japon ê 80 salî Yuichiro Miura, weke mirovê herî temen dirêj hildikişe çiyayê herî bilind ê cîhanê Everest.
Yuichiro Miura yê 80 salî, ji bo navê xwe di pirtûka rekoran a Guinness'ê de binivisîne, doh dest bi hilkişîna çiyayê Everest ê 8848 metre bilind. Miura di malpera xwe ya înternetê de der peyamek weşand û diyar kir ku ewê piştî hefteyekê li nuqteya herî bilind a Everstê bin. Miura yê 80 salî got, "Em plan dikin di 24'ê Gulanê de bigihêjin nuqteya herî bilind a Everestê. Vê gavê her tişt di rê de dimeşe."
Miura di sala 2003'an de hilkişiyabû çiyayê Everest û navê xwe di pirtûka rekorand de nivîsandibû. Lê ev rekora wî di sala 2007'an de ji aliyê Japonekî din ê 71 salî ve hatibû şikandin. Rekora di rewşa niha de di destê Nepaliyekî bi navê Min Bahadûr Şerçan ê 78 salî de ye, ku di sala 208'an de hilkişiyabû çiyayê herî bilind ê cîhanê.