40 rehîneyên din ên Kobanê hatin dersînorkirin

40 rehîneyên din ên Kobanê hatin dersînorkirin

Serokkomarê Tirk, Serokwezîr û rayedarên hikûmetê ku di her firsendê de ji bo Kobaniyan digotin “Em li wan xwedî derdikevin, me hembêza xwe ji wan re vekiriye” hîn jî Kobanî tên dersînorkirin. Piştî 64 rehîneyan şûnde 40 rehînên din jî hatin dersînorkirin.

Kobaniyên li ser daxwaz û agahdariya rayedarên hikûmeta Tirk 6’ê Cotmehê di Deriyê Sînor ê Muşîtpinar re derbas bûn şûnde rehîn hatin girtin, dersînorkirina wan dewam dike. Ji 64 Kobaniyên piştî li Lîseya Fen a Pirsûsê rehîn hatin girtin anîn salona girtî ya sporê û 11 roj in rehîn tên girtin, 40 kesên din jî hatin dersînorkirin.

40 rehînên nerazîbûn nîşanî gotinên rayedaran ên “Em we bişînin Kobanê yan Qamişlo” dan, li ser daxwaza xwe çûna Kobanê qebûl kirin. Rehînên piştî wêneyên wan hatin girtin û belgeyên li ser daxwaza xwe çûne mor kirin li minibûsan siwar bûn.

‘JI GIRTÎGEHÊ XERABTIR BÛ’

Yek ji Kobaniyên di minibûsa di nava navçeyê re derbas dibû ji pencereyê li ser hev bang kir, got: “Dewletê heya niha em li vir girtin. Ji girtîgehê xerabtir bû. Gefên weke yan hûn ê paşde biçin Kobanê yan jî em ê heya dawiyê we bernedin li me xwarin. Binêrin em niha diçin Kobanê. Ji bo gelê Kobanê banga me ye; bi me re werin.” Piştre rehîneyên birin Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ji vir jî ber bi Kobanê ve hatin şandin. Niha li salona sporê ya sergirtî 109 rehîn tên ragirtin.

TIRKIYE DERSÎNOR KIR, DAIŞ JÎ TOPBARAN KIR

Kobaniyên 6’ê Cotmehê rehîn hatibûn girtin. Ji rehîneyên destpêkê li Lîseya Fen hatin ragirtin, ji wir jî birin Salona Sporê ya sergirtî 64 ji wan di 13’ê Cotmehê de hatin dersînorkirin. Rojek şûnde 36 rehîneyên piraniya wan jin bûn hatin serbestberdan û ew birin konên aîdî AFAD’ê. Dîsa Xelîl Mistefa yê 16 salî ku li gel 64 kesan sibehekê bilez hatin dersînorkirin, di heman rojê de rastî êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ hat. Mistefa yê lingek wî qut bû û rîska lingê wî yê din jî qut bibe heye, li Riha tê dermankirin.