2'emîn Festîvala Çanda Êzîdxanê wê li Bîelefeldê pêk were

Duyemîn Festîvala Çanda Êzdîxanê we di 21.08.2021'ê de li bajarê Elmanya Bielefeldê were li darxistin.

Êzidiyên li Ewropayê xwe ji bo duyemîn Festîvala Çanda Êzidxanê amade dikin. Bi vê armancê doh li bajarê Celle yê Elmanyayê civîna komîteya amadekar a festîvalê hate lidarxistin.

Nûnerên sazî, mal û komeleyên civaka Êzidî tevlî civînê bûn û plansaziyek ji bo festîvalê hate amadekirin.

Komîteya Amadekar ragihand ku festîval wê di 21'ê Tebaxa 2021'ê de li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê pêk were û amadekariyên wê ber bi dawiyê ve çûne.

Kommîteyê diyar kir ku kesên dixwazin tevlî festîvalê bibin, dikarin bêfikar û bêguman beşdar bibin, ji ber ku hemû tedbîrên li gorî rêgirtina koronayê hatine wergirtin.

Festîval xwedî bernameyeke dewlemend e û wê li gorî rê û resmên Êzdiyatiyê bi rê ve biçe.

Wê qewl, beyt û dua bêne pêşkêşkirin, sembola çand û dîroka Êzidiyan bê raberkirin.

Koma Rêdûr, Îdrîs Bagok, Silêman Rengîn, Jiyan Qamişlo, Egîd Şingalî, Berkat Taqî, Kemal Efrînî, Elind, Koma Zewkî û hunermendên surprîz wê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.

Her wiha wê komên govendê û şano jî cihê xwe di festîvalê de bigirin.

Festîval wê di 21'ê Tebaxa 2021'ê de li Festplatz am Gleisdreich - Am Sudring Duisburger str. 4 Bielefeldê pêk were.

Komîteya amadekar banga tevlîbûnê li tevahiya civaka Êzidî û gelê Kurd ê li Ewropayê kir.