142,8 milyon hilbijêr li Brezîlya diçin ser sindoqan
142,8 milyon hilbijêr li Brezîlya diçin ser sindoqan
142,8 milyon hilbijêr li Brezîlya diçin ser sindoqan
Yek ji welatên Başûrê Amerîka Brezîlya ji bo serokê nû, 27 walî, 513 parlamenter, 1069 parlamenterên federal û 27 senatoran hilbijêre îro diçe ser sindoqan. Serokdewleta niha Dîlma Rousseff di hilbijartinên serokdewletiyê de wek favorî tê nîşandan.
Di hilbijartinên serokdewletiyê de eger di tûra yekemîn de tu namzet benda ji sedî 50 derbas neke wê hilbijartinên tûra duyemîn 26’ê Cotmehê pêk werin.
Wê gelê Brezîlya ji sisêyan yekê senatoyê jî bi hilbijartina îro de nû bike. Wê 531 endamên meclîsa federal, 1069 parlamenterên 26 eyaletên Brezîlya jî îro bên hilbijartin.
Gelê Brezîlya wê îro 5 caran deng bi kar bînin. Bi dengdana elektronîk a ji sala 1996’an ve her hilbijêr di nav 40 saniyeyan de wê dengên xwe bi kar bînin. Di dengdana elektronîk a ji bo pêşiya nelirêtiyê bê girtin pêk tê, deng hê leztir tên hejmartin.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind diyar kir, wê encam nîvê şevê saet, 24.00’an zelal bibin.
Li Brezîlyayê ji bo kesên di navbera 18-70 salî de bikaranîna dengan mecbûrî ye, kesên temenê wan di navbera 16-18 û ji 70’î mezintir eger bixwazin dikarin dengên xwe bi kar bînin.
Wê buroyên hilbijartinê heta saet 17.00’an vekirî bimînin.