14’ê Temûzê tê nav malan

Dîroka berxwedanê, têkoşîna rûmetê û çîroka bûnerweriyê ye..Zindana bi Nimroya 5’ê ku bi êşkence û berxwedanê li bîra me hemûyan hatiye kolan. Fîlmê 14’ê Temûzê ku girtîgeha Nimro 5, ya yek ji deqa reş a dîrokê ye, vedibêje, çapa DVD kir.

Fîlmê 14’ê Temûzê ku  êşkence û berxwedana Girtîgeha Amedê ya Nimro 5 vedibêje, piştî ku li hêwanên fîlman hate nişandan, niha jî bi rengê DVD û CD’yê ji hêla weşanên MÎR ve tê derxistin. Haşîm Aydemîr ku fîlm li ser perdeya spî nîşan da got, bi mebesta ku 14’ê Temûzê bigihînin hemû civakê, ku fîlmê ‘hevrûbûn û hesabdîtinê ye’, xebata DVD’yê pir girîng e.

Sala 1982’yan; Girtîgeha Nimro 5 a navdar a Amedê..Dîroka berxwedanê, têkoşîna rûmetê, çîroka bûneweriyê..Bi êşkence û berxwedanê di bîra me ye zindana Nimro 5. Yek ji deqa reş a dîroka nêz e. Dojeheke wiha ku ji bo ku vîna têkoşîna azadiyê bişkîne û peyva Kurd ji bîra me rake rêbazên êşkenceyê yên ku aqilê mirov disekinîne lê hatin bikaranîn.

Fîlm bi pêvajoya hazirî û girtina wê 3 salan dom kir. Beriya fîlm lêkolînên berfireh hatin kirin. Lêkolîn bi hevdîtina bi şahidan re û bi nivîsandina wê ya bi senaryoyê salekê dom kir. Ji bo fîlm plato hate danîn. Ji Mazlûm Dogan, bîrdariya berxwedanê û êşkencekar Esat Oktay Yildiran bûyer bi putepêdanî hatin veguhaztin. Fîlm her wiha bi tehma belgefîlma serdemekê ye.

Derhêner Haşîm Aydemîr got ji fîlm armanca wan arşîvkirina serdema nêz û çêkirina bîra civakê ye û got: ‘’Gelek hêlên 14’ê Temûzê hene. Em li Kurdistanê sînameyê çêdikin 95 ji 100’î yê fîlm bi Tirkî ye. Yek ji sedema wê ev e ku wê deme Krudî qedee bû û zimanê hin karakteran Tirkî bûye’. Aydemîr dibêje li gel vê jî car caran hin karakter di nêv xwe de bi Kurdî diaxivin û dibêje, ‘’Wiha hewl tê dayin ku çîrokên xurtir û cuda yên mînîmal jî bidin.’’

Fîlmê 14’ê Temûzê ku xwe dispêrê pêvajoyeke domdirêj û gelek ked, her wiha berdewmiya hewldana veguhaztina ser sînameyê ya rastiya Kurd e, a ku Halîl Dag dayî destpêkirin. Fîlmê 14’ê Temûzê bi vê hêla xwe hişmendiya civakî çêdike. Ji bo vê jî girîng e ku bi rengê DVD, CD’yê biçe nav gel. Ev hewldana ji bo temaşekiria li fîlm û arşîvekirina wê fersendeke girîng e.

Jêder: Yenî Özgür Polîtîka