Gelo ma pêkan e ku mirov li ser erdê hişk ê Heyvê çandiniyê bike?

Komeke lêkolînvanan li Çînê, li cihekî ku dişibe rûerda heyvê şînkahî çand.

Derket holê ku xaka bi navê regolît a li ser Heyvê, wê bi saya sê curên bakteriyên cuda bi berhem bibe. Hat nîşandan ku wê bi saya van bakteriyan li ser Heyvê şînkahî bên çandin. Ev yek ji bo wezîfeyên dem dirêj ên Heyvê weke gaveke xurt dixuyê.

Li Çînê komeke zanîngeha çandiniyê, ji bo ku xaka Heyvê ji bo şînkahiyan bi berhem bibe, xebat meşandin. Ev xebat di kovara Communîcatîons Bîology de hate weşandin. Komê ceribandin li ser Nîcotîana Benthamîana ku nêzî tutunê ye, kir û encamên serketî bi dest xist.

Zanyaran sê curên bakteriyan ên bi navê Bacillus mucilaginosus, Bacillus megaterium û Pseudomonas fluorescens bi kar anîn û kîmyewiya xaka Heyvê guhertin. Bi vî rengî fosfora ku ji bo şînkahiyan pêwîst e û li ser xaka Heyvê kêm e, bi dest xistin.

Di lêkolînên zanyarên Emerîkayî de sala 2022’an hatibû nîşandan ku xaka Heyvê dikare ji bo şînkirina şînkahiya Arabidopsis thaliana were bikaranîn. Lê ev xak ji bo mezinkirina şînkahiyê bi kêr nehat. Azot û fosfor kêm bûn û ev yek jî li pêşiya xebatan dibû yek ji astengiyên herî mezin.

Lêkolînervanên Çînî di encama xebatên ku bi B. mucilaginosus, B. megaterium P. fluorescens hatîn kirin, dîtin ku mîqtara fosforê bi rêzê ve di rêjeya ji sedî 214, ji sedî 234 û ji sedî 247 zêde bûye. Li ser xaka ku 3 bakterî bi hev re hatin bikaranîn jî, di şînkahiyan de li gorî regolîteyê ji sedî 104 hîn bêhtir konsantrasyona kolorofîl, kokên hîn dirêjtir, gewde û pelên hîn firehtir hatin tespîtkirin. Ev encam ji bo astro-cotkarên siberojê jî, hêvî ye.