BI DÎMEN

Roja yekemîn a Festîvala Şehîd Berçem bi coş bi dawî bû

Li Kobanê Festîvala Şehîd Berçem a 2’emîn hat lidarxistin. Di roja yekemîn a Festîvala Şehîd Berçem de 6 tîmên hunerî bernameyên xwe pêşandan.

Ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi dirûşma "Bi tîrêjên rojê hunera jinan geş dibe" Festîvala Şehîd Berçem a 2’yemîn li Kobanê hat lidarxistin. Festîval wê 4 rojan dewam bike. Ji tevahî komên çandî û hunerî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 450 jin beşdarî festîvalê bûn. Hunermenda ji Tunûsê Amal El Meslûnî û hunermend Şadiya Xulamî ya ji Rojhilatê Kurdistanê jî beşdar bûn.

Festîvala îro saet di 10.00’an de bi meşeke hunerî dest pê kir. Bi dehan endamên Tevgera Hîlala Zêrîn ji Qada Jina Azad a li naverasta bajarê Kobanê heya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido meşiyan. Li hola Navenda Baqî Xido bi dehan wêneyên ku ji aliyê şêwekarên jin ve hatin xêzkirin hatin daliqandin.

Li hola Navenda Baqî Xido ku bi dehan kes amade bûn, axaftin ji aliyê endama komîteya amadekar a festîvalê Şêrîn Reşîd ve hat kirin. Şêrîn diyar kir ku ev festîval bersiva herî guncaw a li hemberî êrîşên qirkirina çandî ye ku dewletên dîktator li ser gelên Rojhilata Navîn dikin.Dûre koma Şehîd Darsîn a ji bajarê Hesekê şanoya bi sernavê "Zend", Koma Ararat a pêkhateya Ermen şanoya bi sernavê "Haa", koma Şehîd Mizgîn a ji Hesekê şano û koma Şehîd Sakîna ya ji Kobanê jî şanoya bi sernavê "Keziyên jinan" pêşandan.

Konser saet di 18:30`an de li qada Şehîd Egîd berdewam kir. Bi hezaran şênî li ber stran û govendê bi coş bûn.

Dûre, belgefîlmek li ser dîrok û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandan. Piştre endama Komîteya Têkiliyan û Hevalbendiya Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku jin bi çand û hunera xwe bijî, têkoşîneke mezin nîşan da. Wî jina kurd kir, siyasetmedarek, leşkerek û hunermendek. Ev festival di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Ji vir em dibêjin, yekitiya gelan yekitiya hunerê ya bi pêşengiya jinan e."

Festival bi stranên koma Cûdê û Stêra Zêrîn a ji Qamişloyê û hunermenda ji pêkhateya Çerkez Zeyneb Ishaq ku ji Minbicê tevlî festîvalê bûye, berdewam kir.

Hunermend Bermal Çem bi qeydeke dîmen tevlî festîvalê bû û komên hunerî yên ji Ermenistanê berhemên xwe pêşandan.

Roja yekemîn a festîvalê bi berhemên koma Şehîd Berçem a ji Şehbayê, koma Vejîn a ji Helebê û koma Palmîra ya ji bajarê Reqayê bi dawî bû.

Sibe wê komên hunerê dê gelek berhemên cuda pêşkêş bikin.