BI DÎMEN

Şehîdên Dibistana Serzurî hatin bîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê, berxwedêrên dibistana Serzurî ku destaneke dîrokî nivîsandin bibîr anî û got, ew ê heta dawiyê xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin.

Li ser qehremaniya dibistana Serzurî re 10 sal derbas dibe. Dibistana Serzurî ku cihê yekem a têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê ye, di encama berxwedaneke destanî de bûye cihê bîr û baweriya serketinê.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê, bi wesîleya bîranîna şehîdên dibistana Serzurî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Şêro Amed ve hat xwendin.

Şêro Amed, anî ziman ku yên bixwazin berxwedana Kobanê nas bikin, divê berî her tiştî berxwedana dibistana Serzurî nas bikin û wiha got, “Di 16’ê Îlona 2014’an de şervanên leheng li dijî çeteyên DAÎŞ’ê çalakiya fedaî pêkanîn û DAÎŞ’ê têk birin. Ew roj di dîroka cîhanê de destanek hate nivîsandin. Dersek xurt ji bo çeteyên dagirker hate dayîn. Bi wê çalakiya fedaî ya ku hevrêyên me pêk anî, ew roj bû destpêka rizgarkirina Kobanê û têkçûna çete û dagirkeriya Tirk. Têkçûna DAÎŞ’ê ù destpêka avakirina Rêveberiya Xweser. Xewn û xeyalê hemû gelan pêk hat."