NÛ BÛ

Dewleta Tirk li Efrînê 2 welatî qetil kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kaxirê yê Efrînê li ser malên gundiyan de girt û gundî êşkence kirin. Di encama êşkenceyê de 2 jin hatin qetilkirin.

Çeteyên Emşat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta yê Efrînê li ser malên gundiyan de girtin û êşkence li gundiyan kirin. Di encama êşkenceyê de Nazliya Arif Tolê û jinek din hatin qetilkirin û bi dehan gundî birîndar bûn.

Çeteyên gundî êşkence kirin, zêr û pereyên gundiyan dizîn. Li aliyê din duh danê êvarê ji heman gundî, çeteyan welatiyê bi navê Idrîs Hec Elî revand û li hember serbestberdana wî 5 hezar dolar ji malbatê xwestin.

Her wiha hate zanîn ku piştî komkujiyê çeteyan gund dorpêç kiriye û înterneta herêmê jî qut kirine.