Cenazeyê şervanê QSD’ê Bîlal El Nêfo hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Bîlal El Nêfo yê 14’ê Îlonê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Bîlal El Nêfo yê di encama êrîşa çeteyên hikûmeta Şamê de li Dêrazorê birîndar bûbû û duh (14`ê Îlonê) ji ber birîna xwe şehîd bû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê hat veşartin. Dost, heval û malbata şehîd, endamên saziyên civaka sivîl, Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongra Star beşdarî merasîmê bûn. Hevalên Şehîd Bîlal El Nêfo, cenaze li ser milan bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” ber bi goristanê ve ketin bi rê.

Li goristanê ji bo giyanê şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Di merasîmê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Fatme El Casim sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîd Bîlal El Nêfo heta roja dawiyê bi welatê xwe re sozdar bû û di çeperên şer de xaka xwe diparast. Fatme El Casim anî ziman ku divê bi hevgirtin û hevkariya xwe em rê li ber hewldanên derxistina fitneyê di nava gelan li herêmê de bigirin.

Ji Farmandarê Meclîsa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî axivî û destnîşan kir ku hêzên leşkerî ji bo parastina destkeftiyên gelan têkoşîna xwe didomînin û wiha pê de çû: “Lehengên me di nava têkoşînê de ne. Em soz didin dayikên şehîdan em ê li ser şopa hevalên xwe yê şehîd bimînin.”

Li ser navê malbata şehîd, pismam wî Xesan El Nêfo beşdarên merasîmê silav kir û da zanîn ku ew ê her şopdarên rêya şehîdê xwe bin.

Piştre wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Bi rakirina wêne û wesîqeya şehadetê, şehîd Bîlal El Nêfo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.