Li Efrînê revandin û xespkirin berdewam dike

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 2 kesên din revandin, malên welatiya xesp kirin, zeytûnên gel dizîn û darên behîvan birîn.

Çeteyên "polîsên leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Ehmed Yusif (40) ê ji êla Imêrat 2 hefte berê ji Lubnanê vegeriya Efrînê revandin. 

Her wiha çeteyên girêdyî dewleta Tirk di 6`ê Îlonê de ciwanê bi navê Mihemed Reşîd Reşo (19) ê ji gundê Silo yê bajarê Cindirêsê bêsûc û bêagahiya malbatê revand û li navenda xwe ya ewlehiyê girt.

Li gel revandinan, talankirina mal, milk û erdên welatiyan jî berdewam dikin.

Çeteyên "Hemzat" 7 darên behîvê yên şêniyê bi navê Hesen Cimo yê ji gundê Kîmarê yê bajarokê Şêrawayê birî ji bo ku êzingên wê bifiroşe.

Çeteyekî dewleta Tirk a dagirker ê bi navê Ehmed El Demlexî mala şêniyê bi navê Fewazî Elî yê ji gundê Qude yê bajarê Recoyê ku li taxa Ziyêdiyê yê bajarê Efrînê piştî ku kir 2 beş bi hezar û 200 dolarî firot kurapekî xwe.

Hat ragihandin ku çeteyekî DAIŞ`ê yê mala şêniyê bi navê Mihemed Xelîl Hisên li gundê Qujuma yê bajarê Cindirêsê desteser kiriye.

Komeke çeteyan mewsima 20 darên zeytûnan a bavê Şervan Mistefa Bin Ednan talan kiriye ruxmî ku hîna nekemlî ye.